Qubat Talebanî: Di danûstandinên avakirina hikumetê de gavên erênî hene

Cîgirê serokê demborî yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî da zanîn ku baweriya wan bi xetên sor nayên û ji bo avakirina hikumeta nû bi PDK’ê re gihiştine nêrînek hevpar.

Qubat Talebanî: Di danûstandinên avakirina hikumetê de gavên erênî hene
4 cotmeh, 2025   22:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê serokê demborî yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî derbarê pêkanîna hikumet nû ya Herêma Kurdistanê da agahî da rojnamevanan.

Talebanî got ku yek ji astengiya li pêşiya avakirina hikumetê, nêrîna cûda bû, lê niha ji bo avakirina hikumeta nû bi PDK’ê re ew gihiştine nêrînek hevpar.

Talebanî di dewama axaftina xwe de got; “Em niha di nava guftugoyê dene ku bizanîn emê bi çi şêwazî hikumetê pêkbînin. Em nêzî encamê ne. Em baweriya xwe bi xetên sor naynin û em baweriya xwe bi diyalog û danûstandinan tînin. Divê danûstandin bi rihê berpirsyariyê berdewam bikin.”

Hêjayî gotinê ye di 20’ê Cotmeha 2024’an de hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin lidarxistin, lê ji wê rojê heya niha hikumeta nû nehatiye avakirin.