Cizîr bê kehrebe ye; zehmetiyên sererastkirinê stasyonan hene

Piştî ku dagirkeriya Tirk wêranî çêkir û piraniya dezgehên enerjiyê wêran kirin, santralên hilberîn û veguhestina elektrîkê bi tevahî hatin hilweşandin, li kantona Cizîrê ji sedî 90 elektrîk kêm bû. Sedemên ku rê li ber sererastkirina wan dezgehan çi ne?

Cizîr bê kehrebe ye; zehmetiyên sererastkirinê stasyonan hene
Cizîr bê kehrebe ye; zehmetiyên sererastkirinê stasyonan hene
Cizîr bê kehrebe ye; zehmetiyên sererastkirinê stasyonan hene
Cizîr bê kehrebe ye; zehmetiyên sererastkirinê stasyonan hene
Cizîr bê kehrebe ye; zehmetiyên sererastkirinê stasyonan hene
Cizîr bê kehrebe ye; zehmetiyên sererastkirinê stasyonan hene
Cizîr bê kehrebe ye; zehmetiyên sererastkirinê stasyonan hene
Cizîr bê kehrebe ye; zehmetiyên sererastkirinê stasyonan hene
Cizîr bê kehrebe ye; zehmetiyên sererastkirinê stasyonan hene
Cizîr bê kehrebe ye; zehmetiyên sererastkirinê stasyonan hene
Cizîr bê kehrebe ye; zehmetiyên sererastkirinê stasyonan hene
24 îlon, 2025   07:30
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR - RÊNAS RAMO

Kantona Cizîrê ji bo hilberandina elektrîkê (kehrebe) xwe dispêre gaza xwezayî û hîdroelektrîkê. Lê kêmbûna sotemeniyê û wêrankirina binesaziya xizmetguzariyê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker herêm bê elektrîk hiştiye.

Di dawiya Cotmeha 2023`yan de, ji êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li ser binesaziya xizmetguzariyê, debara jiyanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kete xetereyê û bûn sedema qutbûna av û elektrîkê li ser bi milyonan kesan. Dagirkeriyê santralên av û elektrîkê, dezgehên petrolê û yekane stasyona gazê ya li herêmê bombebaran kirin.

ÇAVKANIYÊN SEREKE YÊN ENERJIYÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Elektrîk ji 3 bendavan (Firat, Tişrîn û Hurriye) ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re tê peydakirin. Li kantona Cizîrê, dezgeha petrolê ya Cibise û santrala elektrîkê ya Siwêdiyê ji bo hilberandina elektrîkê têne bikaranîn. Hejmareke bîrên petrol û gazê ji bo pêxistina elektrîkê bo santralên elektrîkê yên Rimêlan û Siwêdiyê têne bikaranîn.

KÊMASIYA HILBERANDINA ELEKTRÎKÊ SEDÎ 90 E

Pêdiviya kantona Cizîrê ya elektrîkê 600 megawat e. Hilberandina giştî ya ji bendavan û dezgeha Cibisa 60 megawat derbas nabe ku tenê sedî 10`ê pêdiviyê pêk tîne. Ji ber kêmbûna eletktrîkê ji sedî 6-8`ê elektrîkê ji bo xetên xizmetê û saziyên stratejîk hatiye veqetandin.

Li santrala elektrîkê ya Siwêdiyê 7 turbîn hene û hilberandina giştî ya rojane di navbera 1500 û 1600 megawat de ye. Lê piştî ku di êrişên dagirkeriya Tirk ên dawiya sala 2023`yan de wêran bû, ew niha bi tevahî ji xizmetê derketiye.

ZÊDETIRÎ 2 MILYON KES JI AV, ELEKTRÎK Û GAZÊ BÊ PAR MAN

Êrişên dewleta Tirk bandor li xebitandina dezgehên xizmetguzariyê, aşan û îstasyona avê kir û 2 milyon û 150 hezar kes li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê elektrîk man. Mesrefa ji nû ve avakirin û sererastkirin dezgehên girîng ên zirardîtî jî 7 milyon û 500 hezar dolar e.

ZIYAN JI MILYAREK DOLARÎ DERBAS BÛ

Li gorî amarên berê yên Rêveberiya Zeviyên Rimêlanê, ziyanên li stasyon û dezgehên girîng bûne, yek milyar dolarî derbas kiriye. Stasyon bi temamî ji xizmetê derketin û heya ku parçeyên ji derveyî welêt peyda nebin, nayên sererastkirin.

Ziyanên li stasyona elektrîkê ya 66 kW li Siwêdiyê bûye 3 milyon û nîv dolar û ya îstasyona elektrîkê ya 230 kW jî gihaşt 2 milyon û nîv dolar. Ziyanên herî mezin ji ber êrişa santrala gazê û 12 turbînên gazê çêbûn ku bi tevahî ji xizmetê derxistin.

12  TURBÎNÊN HILBERANDINA ELEKTRÎKÊ HATIN WÊRANKIRIN

Hevserokê 

Hevserokê Desteya Enerjiyê li Kantona Cizîrê Ekrem Silêman diyar kir ku du beşên stratejîk ji ber êrişên dagirkeriya Tirk zirar lê bûne, "Turbînên li dezgeha hilberîna enerjiyê ya yekane ya li santrala elektrîkê ya Siwêdiyê bi tevahî hatiye hilweşandin. 12 turbînên hilbirîna elektrîkê bi mûşekan hatin wêrankirin, û santralên veguherînê yên li bajarên Qamîşlî, Dirbêsiyê, Tirbespiyê û Amûdê zirar bûne."

JI SEDÎ 95 JI SANTRALAN VEGUHERÎNÊ HATIN SERERASTKIRIN

Tevî dezgeha hilberîna elektrîkê nemaye jî, Silêman diyar kir ku tîmên Desteya Enerjiyê li Kantona Cizîrê ji sedî 95’ê santralên veguherînê (belavkirinê) sererast kirine. Santrala Dirbêsiyê tenê maye ku hîn nehatiye çêkirin, ji ber zehmetiya peydakirina parçeyên pêwîst ji bo santralê, her wiha ji sedî 10`ê turbînan jî hatine çêkirin.

ASTENGIYÊN LI BER SERERASTKIRINA STASYON Û DEZGEHÊN WÊRANKIRÎ

Der barê zehmetî û pirsgirêkên herî berbiçav ên ku rê li ber peydakirina parçe û pêdiviyên dezgeh û stasyonan digirin de, Silêman bal kişand ser rewşa dorpêçkirinê û girtina berdewam a deriyên sînor ​​wekî du sedemên ku rê li ber peydakirina parçeyean digirin.

Ji ber van sedeman, Deste ji bo tamîrkirina turbîn û îstasyonên elektrîkê zehmetiyan dikşîne. Silêman destnîşan kir ku sererastkirina stasyonan bi hewldanên takekesî û li gorî derfet û parçeyên heyî yên li herêmê pêk hatiye.

PIŞTÎ WÊRANKIRINA STASYONAN ELEKTRÎK ÇAWA TÊ BELAVKIRIN?

Piştî wêrankirina binesaziya herêmê, Desteya Enerjiyê ji bo peydakirina elektrîkê ji kantona Cizîrê re, Bendava Firatê wekî çavkaniya sereke ya elektrîkê bikar tîne, li gorî Silêman, ev bendav  rojê 12 saetan bi kapasîteya 40 megawat peyda dike.

Silêman eşkere kir ku elektrîk ji bo saziyên xizmetguzariyê yên stratejîk, di nav de îstasyona avê, bîr, aş, nanpêjxane û nexweşxaneyan tê belavkirin, her wiha li deverên gundewarî û bajarokên piçûk ên kantona Cizîrê, rojê yek heta 2 saetan elektrîk tê dayin.

Silêman da zanîn ku bajarên mezin ên wekî Qamîşlî, Hesekê û deverên din niha ji ber kêmbûna elektrîka berdest, elektrîk nagihêje wan.

JIMAREYÊN ELEKTRONÎKÎ: ÇIRÛSKEKE HÊVIYÊ

Piştî xirabûna binesaziyê, Desteya Enerjiyê dest bi projeyekê kiriye. Ji bo kêmkirina barê li ser tora elektrîkê û pêşvebirina çanda kêmxerckirinê, Desteya Jimareyên Elektronîk danîn û li gorî wê şênî dikarin elektrîkê bi buhayê yek sent bo her kilowatê bikirin.

Hevserokê Desteya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê Ekrem Silêman der barê mijarê de got: "Tîmên Desteya Enerjiyê nêzîkî salek û nîv berê dest bi danîna jimareyan kir. Heta niha ev proje pir bi sûd bû, îro em encamên wê dibînin. Proje pêşî li bajarê Amûdê bi serkeftî pêk hat, dûre em çûn bajarên Dêrik û Til Koçerê û niha em li Girkê Legê û Til Hemîsê pêk tînin.”

Silêman sedemên kêmbûna peydakirina elektrîkê ji bo bajarên Qamîşlî û Hesekê rave kir û got ku  hewcedariya van bajaran a elektrîkê pir zêde ye, ji ber ku bajarên mezin in, ev jî niha peyda nabe. Silêman diyar kir ku sedema sereke ya kêmbûna elektrîkê girtina ava çemê Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve ye ku bûye sedema kêmbûna hilberandina elektrîkê li bendavê.

Silêman got ji ber van sedeman havîna îsal ya "herî dijwar" bû di warê peydakirina elektrîkê de.

(k)

ANHA