Misirê avakirina bircan li ser sînorên wê şermezar kir

Misir li dijî avakirina bircên bilind ên kamerayan li nêzîkî sînorên wê  ji aliyê Îsraîlê ve nerazîbûn nîşan da û ev yek wekî "gef li ser ewlehiya neteweyî ya Misirê" bi nav kir.

Misirê avakirina bircan li ser sînorên wê şermezar kir
23 îlon, 2025   20:44
NAVENDA NÛÇEYAN 

Kanala 13 a Îsraîlê ragihand ku Misir li dijî hebûna bircên bilind ên bi kamerayan ên Îsraîlê yên li nêzî sînorê xwe, derketiye û Qahîre van bircan wekî gef li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne.

Li gorî kanalê, Misir li dijî bicihkirina bircan li ser Korîdora Philadelphiayê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve ye, piştî kontrolkirina sêgoşeya nêzîkî sînorê Misrê.

Kanalê destnîşan kir ku nerazîbûna Misrê di dema serdana şandeyeke payebilind a Îsraîlê de hat, ku di dema wê de her du aliyan li ser rêkeftinên ewlehiyê yên li ser sînor nîqaş kirin.

Kanala 13 a Îsraîlê ragihand ku şandeya ku serdana Misrê kiriye, ji efserên îstîxbaratê û berpirsên ewlehiyê yên Îsraîlê pêk tê û bi berpirsên payebilind ên Misrê re civiyaye da ku rewşa li Şerîda Xezayê û herêma sînor a di navbera Misir û Îsraîlê de nîqaş bikin.

Kanala Îbranî diyar kir ku civîn bi qasî 4 saetan dewam kiriye û di civînê  de her du aliyan rewşa li herêma sînor nîqaş kirine.

Çavkaniyekî agahdar ragihand ku hemû mijar di civînê de hatine nîqaşkirin, çend şîroveyên Misrê hebûn ku aliyê Îsraîlê bi tevahî cidî negirtine.

(ac/şx)