Encûmena Wezîran projeyasa Heşdî Şeebî pejirand

Encûmena Wezîran a Iraqê li ser projeyasa Heşdî Şeebî deng da û ji bo Parlamentoyê şand. Her wiha biryar da ku ji bo vegerandina pereyên Iraqê yên li Urdunê komîteyek bê avakirin.

Encûmena Wezîran projeyasa Heşdî Şeebî pejirand
30 îlon, 2026   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî civîna Encûmena Wezîran a Iraqê ya bi serokatiya Elî Zeydî, Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîr der barê naveroka civînê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di civîna Encûmena Wezîran de projeyasa Heşdî Şeebî pejirandin û ji bo parlamentoyê hate şandin ku dengdan li ser bê kirin.

Hate diyarkirin ku di civînê de deng li ser projeyasa Daîreya Çavdêriya Tenduristiyê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî û projeyasaya Enstîtuya Plansaziya Bajar û Herêman a Ji bo Xwendina Bilind hat dayîn û ew jî ji parlamentoyê re hatin şandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çarçoveya hewldanên rûbirûbûna gendeliyê û vegerandina wan pereyên bi rêyên neyasayî hatine bidestxistin, Encûmena Wezîran biryar da ku bi serokatiya Wezareta Darayî û bi endamtiya Wezareta Derve û aliyên peywendîdar komîteyek bê avakirin ku ev komîte dê bi Urdunê re hemahengiyê bike da ku pere û milkên Iraqiyan ên li Urdunê vegerîne.

Hate destnîşankirin ku ji bo piştgiriya kerta pîşesaziyê, biryar hat girtin ku hinardekirina madenên sifir, alumînyum, qurşîn û hesin bi her şêweyî bê qedexekirin.

Her wiha hat ragihandin ku Encûmena Wezîran komîteya fermana dîwanî hilweşand û Wezareta Derve raspart ku bi Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê re di hemahengiyê de be, da ku zanyariyên pêwîst derbarê wan kes û kompanyayên gumanbar de wergire.