Qedexeya cilên balê bazirgan xistiye rewşeke zehmet

Firoşkar û bazirganên cilên balê nerazîbûn li hemberî biryara Desteya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê ya qedexeya derbasbûna barhilgirên cilên balê (cilên berê hatine bikaranîn) da û bang li aliyên têkildar kir ku biryarê li ber çavan bigire.

Qedexeya cilên balê bazirgan xistiye rewşeke zehmet
Qedexeya cilên balê bazirgan xistiye rewşeke zehmet
Qedexeya cilên balê bazirgan xistiye rewşeke zehmet
Qedexeya cilên balê bazirgan xistiye rewşeke zehmet
Qedexeya cilên balê bazirgan xistiye rewşeke zehmet
Qedexeya cilên balê bazirgan xistiye rewşeke zehmet
21 tebax, 2026   04:50
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Li sûka navendî  ya bajarê Hesekê kolanek heye ku bi navê kolana balê tê naskirin. Di vê kolanê de bi dehan dikanên cilên balê anku cilên berê hatine bikaranîn hene. Bi salan e tevgereke zêde ya kirînê li vê kolanê heye, sedema vê yekê kêmbûna buhayên cilên wê li beramberî cilên nû ye.

Di demên dawîn de Desteya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê bi biryarekê derbasbûna barhilgirên van cilan bo Sûriyeyê qedexe kir. Di encamê de bazirgan û welatiyên ku van cilan bi kar tînin ketin rewşeke zehmet.

Biryarê zehmetiyeke mezin di dabînkirina cilan de da çêkir û bandoreke neyinî li firoşkaran kir. Gelek ji wan neçar man ku dikanên xwe bigirin an jî cilên nû yan kelûpelên cûda bifroşin.

Firoşkarekî cilên balê yê bi navê Mihemed Elî der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku bazirganiya cilên balê bi bazaran xurt bû û kel û pel bi awayekî rewa derbasî herêmê dibûn, lê piştî biryara Desteya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê ya hikumeta veguhêz rewş hat guhertin.

Mihemed Elî anî ziman ku qedexekirina bazirganiya cilên balê di rewşeke giran a aboriyê de ne mentiqî ye û ev li gotinên xwe zêde kirin "Welat nû ji şerê bi salan derketiye, di heman demê de beşek mezin a welatiyan cilên balê bi kar tînin ji ber ku erzan in û nikarin cilên nû bikirin."

Elî daxwaza alternatîfê kir û destnîşan kir ku kargehên xwecih niha miqdarên têrker û bi kalîteya baş û buhayê guncaw ku li gorî welatiyan be hilnabirînin, berdewama qedexekirina cilên balê jî bandoreke neyinî hem li bazirgan û hem jî li welatiyan dike.

Mihemed Elî îşaret pê kir miqdarên mezin ên pereyan li ser hin bazirganên cilên balê hat ferzkirin û got: "Me bihîst ku derdora 460 hezar dolar li bazirganekî ji bajarê Reqayê hat ferzkirin. Gelo bazirgan dikarin vê miqdarê mezin bide?"

Mehmûd Xelîl Mecdel Bêg jî ku dikanek wî ya cilên balê heye anî ziman ku eger ev rewş dewam bike dibe ku bazirganiya cilên balê di demên pêş de bi temamî bisekine û got, piştî biryara qedexeya cilên balê ew neçar ma ku cilên nû bîne û bifroşe. Her bang li aliyên hikumetê kir ku biryara dexeya cilên balê li ber çavan bigirin û rê li ber bazirganan vekin da ku karê xwe dîsa bidomînin.

Berî çend rojan derdora 100 bazirgan û firoşkarên cilên balê li dijî biryara qedexeya cilên balê li sûriyeyê xwepêşandanek li pêşiya avahiya Gumrikê ya bajarê Reqayê li dar xistibûn.

(bb)

ANHA