Li Almanyayê ji ber germê 14 hezar kes mirin

Li gorî Enstîtuya Robert Koch, pêlên germahiya vê havînê li Almanya bûne sedema mirina nêzîkî 14 hezar kesan.

Li Almanyayê ji ber germê 14 hezar kes mirin
20 tebax, 2026   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Enstîtuya Robert Koch, dezgeha tenduristiya giştî ya Almanyayê, ragihand ku li gorî texmînên ku îro hatine weşandin nêzîkî 14 hezar kes li Almanyayê ji ber pêlên germahiyê vê havînê mirine.

Li gorî daneyên ku ji hêla AFP’ê ve hatine ragihandin, ev hejmar ji rekora sala 2018’an derbas dibe. Di 2018’an de nêzîkî 8 hezar û 900 kes miribûn.

Ev hejmar di havînek awarte de li Ewropayê tên. Deutsche Welle ragihand ku di havîna 2024’an de li parzemînê zêdetirî 60 hezar mirinên têkildarî germahiyê hatine tomarkirin.

Bi vî rengî, hejmara giştî ya mirinên têkildarî germahiyê di 3 havînên dawî de ji 181 hezar kesî derbas bûye.

(f)