Şertên tevlêbûna Mîhrîcana Şehîd Berçem diyar bûn

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan şertên tevlêbûna Mîhrîcana 3’yan a Şehîd Berçem ragihandin û ji bo beşdariyê deriyê tomarkirinê vekiriye.

Şertên tevlêbûna Mîhrîcana Şehîd Berçem diyar bûn
Şertên tevlêbûna Mîhrîcana Şehîd Berçem diyar bûn
Şertên tevlêbûna Mîhrîcana Şehîd Berçem diyar bûn
Şertên tevlêbûna Mîhrîcana Şehîd Berçem diyar bûn
21 tebax, 2026   06:40
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan bi hevkariya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê amadekariyên Mîhrîcana 3‘yemîn a Çand û Hunerê ya Jinan a Şehîd Berçem dikin. Mîhrîcan dê 15‘ê Cotmehê de li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê dest pê bike û 3 rojan dewam bike. Di mîhrîcanê de dê panelên bi mijarên wêjeyî, çandî û hunerî werin lidarxistin, xwarinên gelerî yên herêmê werin pêşandan, her wiha stran, şano û govendên foklorî werin pêşkêşkirin. Ji bo tevlêbûna mîhrîcanê deriyê tomarkirinê li pêşiya komên hunerî û çandî hatiye vekirin. 

Ji bo beşa mûzîkê, dê komîteya şopandinê 10`ê Îlonê (2026) dest bi şopandina amadekariyên koman bike. Şertên tevlîbûna koman wiha ne:

- Divê her komek herî kêm stranek nû çêbike. Stranek gelêrî ji bi dewlemendiyek nû anarjî bike.

-Divê hejmara endamên her komekê ne kêmî ji 5 kesan be.

-Divê gotinên stranan ji aliyê jinan ve hatibin nivîsandin.

-Divê amûrjenê her komekê jin bin.

-Dema her komekê ku ser dike hunera xwe pêşkêş bike ne zêdetirî 20 deqeyan be.

-Hunermendên serbixwe dikarin tevlî bibin.

-Her kom hewil bide ku dema stranek gelêrî aranje kir ew stran pir nehatibe nasîn.

-Gotinên stranan divê 30`ê Tebaxê 2026`an ji komîteya nirxandinê re werin şandin.

Ji bo beşa şanoyê jî wê komîteya nirxandinê 12`ê Îlonê dest bi şopandina amadekariyên koman bike. Şertên tevlîbûna koman jî wiha ne:

-Lîstoka ku were pêşkêşkirin divê beriya niha nehatibe pêşkêşkirin.

-Pêwîste lîstikvan jin bin.

-Dema şanoyê zêdetirî 20 deqeyan be.

-Şanoya ku dê were pêşkêşkirin, divê di 30`ê Tebaxê de ji komîteya şopandinê re were şandin.

Ji bo beşa govendê, wê komîteya nirxandinê 15`ê Îlonê dest bi şopandina amadekariyên koman bike, şertên tevlîbûnê wiha ne:

-Komên ji hemû herêman dikarin tev lê bibin.

-Kom a kîjan herêmê be divê cil û bergên herêmên xwe tev lê bibin.

-Divê hejmara endamên her komekê zêdetirî 10 kesan be.

-Performansa her komekê li ser dikê divê di navbera 12-15‘an de deqeyan be.

-Divê temanê endamên komê zêdetirî 16 salan be.

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn û endama komîteya amadekar a Mîhrîcana Şehîd Berçem, Rûken Mihemed têkildarî amadekariyan ji ajansa me re axivî.

Rûken Mihemed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bi amadebûna endamên her du tevgeran civînek hat lidarxistin û komîteya amadekar û komîteya nirxandinê hatin avakirin.

Rûken Mihemed destnîşan kir ku di civînê de mekanîzmaya lidarxistina mîhrîcanê, şert û mercên tevlêbûnê, şandina vexwendinê ji navendên çandê yên Hesekê re da ku amadekariya mîhîrcanê bikin hatin nîqaşkirin. Her wiha endamên komîteya şopandinê hatin diyarkirin ku dê hejmarek komên ku dê tev li mîhrîcanê bibin diyar bike.

Rûken Mihemed destnîşan kir ku Tevgera Hîlala Zêrîn hewl dide destkeftiyên jinan bide nîşandan û got, ev destkeftî çanda dayikan û mala şoreşê ye û vê çandê veguhêze nifşekî nû.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, vexwendname ji hunermend Çopî Fetah a ji Başûrê Kurdistanê, hunermend Binefş Cizîrî ya ji Bakurê Kurdistanê,  koma Rojhilatê Kurdistanê ya li Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi cih bûye re hatin şandin.

Rûkenê got komîteya amadekar hewl dide bi rêya mîhrîcanê û beşdariyê hunera bêsînor ku 4 parçeyên bi hêz, vîn û yek-hunerê li hev dicivîne ava bike.

Li gorî komîteyê, mîhrîcan wê bi pêşandana sînevîzyonekê li ser jiyan û têkoşîna hunermend şehîd Berçem dest pê bike û bi belavkirina xelatan bi dawî bibe.

BERÇEM EFRÎN KÎ YE?

Hunermend Berçem Efrîn sala 1974’an li gundê Gawenda ya navçeya Raco ya Efrînê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Malbata Berçem ji bo debarê berê xwe dide Helebê û li wir ramanên Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike. Berçem di 1988’an de tev li Koma Mûzîkî  ya Agirê ya li Helebê dibe û ji bo pêşxistina kesayeta xwe di aliyê fikrî, siyasî û çandî de xebitî û xwe di fikrê tevgera rizgariyê de kûr kir. Di sala 1992’yan li çiyayên Kurdistanê dest bi têkoşînê dike. Ji stranên wê yên navdar‘‘Bêrîtana min‘‘ gelek stranên din gotine.

Mîhrîcana 1’emîn a Şehîd Berçem di sala 2022‘an de li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê û ya duyemîn di 6’ê Îlona 2024’an de li Kobanê hatin lidarxistin.

(f)

ANHA