′Pirrengiya çandî jêdera hêza mozaîka civakê ye′

Li Minbicê panelek li ser dewlemendiya çandê hate lidarxistin. Beşdarên panelê diyar kir ku nasnameya nîştimanî nasnameya tevahî çandên Sûriyeyê ye û pirrengiya çandî jêdera hêza mozaîk civakê li dijî tevahî xeteriyan e.

′Pirrengiya çandî jêdera hêza mozaîka civakê ye′
′Pirrengiya çandî jêdera hêza mozaîka civakê ye′
′Pirrengiya çandî jêdera hêza mozaîka civakê ye′
′Pirrengiya çandî jêdera hêza mozaîka civakê ye′
′Pirrengiya çandî jêdera hêza mozaîka civakê ye′
′Pirrengiya çandî jêdera hêza mozaîka civakê ye′
′Pirrengiya çandî jêdera hêza mozaîka civakê ye′
′Pirrengiya çandî jêdera hêza mozaîka civakê ye′
23 mijdar, 2023   20:03
MINBIC

Nivîsgeha Çand û Perwerdê ya Partiya Hevbendiay Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê şaxê Minbicê paneleke çandê ya tevahî pêkhateyên Minbic û gundewarên wê li dar xist. Panel bi gelek encaman bi dawî bû û ji wan jî armanca hevbeş a çandan geşkirina tevlêbûna nîştimanî û jiyana hevbeş e.

Di panelê de endamên Partiya Hevbendiya Demokratîk, Partiya Sûriya Pêşerojê, meclisên s

ivîl, rêxistinên civaka sivîl, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, şêx û rûspiyên eşîran û Yekitiya Mamosteyan beşdar bûn. Panel li dika çand û hunerê ya Minbicê hate organîzekirin.

Sekreterê şaxê Minbicê yê Partiya Hevbendiya Demokratîk Ebdulezîz Ebod axivî û wiha got: "Ewlehiya şêniyan û jiyana hevbeş berpirsiyariyeke nîştimanî ye dikeve ser mile tevahî pêkhateyên Sûriyeyê ku nasnameya Sûriyeyê biparêzin. Minbic xwedî pirrengiya çandî û civakî ye."

Cîgira sekreterê şaxê Minbicê Qemer El Eswed axivî û got: "Nasnameya nîştimanî nasnameya tevahî çandên Sûriyeyê ye. Ji ber ku dîroka hevbeş, xaka wan Sûriye ye û çarenûsa wan yek e. Hemû sûriyeyî di pirrengiya çandî, urf û zimanan de beşdar in."

Qemer wiha dawî li gotina xwe anî: "Hevgirtina nîştimanî û jiyana hevbeş a ku civaka Sûriyeyî pêk tîne li dijî tevahî hewldanên fitneyê mertal in. Ji lew re divê tevahî beşdarî çareseriyeke adilane bin."

Dûre cîgirê serokatiyê yê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Meclisa Minbicê Mihemd Berkel li ser navê pêkhateya Kurd axivî û got têkiliya navbera pêkhateyan xurt e û ev têkilî vedigerin kûrahiya dîrokê û wan têkiliyan hişt çand xurt bin.

Hevseroka Komîteya Têkiliyên Civakî ya Minbicê Zehîde Îshaq axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker û tevahî hêzên timaker û çavên xwe li vê xakê de hewl didin di navbera pêkhateyan de fitneyan derxin."

Her wiha cîgirê Meclisa Rêveber a Minbicê Cuma Heyder li ser navê pêkhateya Tirkmen axivî û got: "Tirkmen, Kurd, Ereb, Çeçen û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi rêya mîraseyên xwe banga biratî û hevgirtinê li dijî timakeran dikin."

Endamê Meclisa Rûspiyan a Minbic şêx Xalid El Ecoz axivî û got: "Rejîmên çewsîner ên desthilat her tim û hîna jî hewl didin parçebûnekê di nava pêkhateyên îro li hember her xeteriyekê disekinin, çêkin."

Piştre pisporê şûnwaran Ebdulwehab El Ceiberî li ser dîroka Minbicê û şûnwarên li Minbicê axivîn.

Her wiha endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Şaxê Minbicê ya Partiya Hevbendiya Demokratîk Mihemd El Casim encamên panelê xwendin:

Nasnameya nîştimanî nasnameya yekgirtî ya hemû çandên sûriyeyî  bêyî tu dûrxistin e, ku tê de dîrokeke hevbeş, xakeke Sûrî û çarenûseke hevbeş heye û di welatekî de hemû gelê Sûriyeyê cihêrengiya çand, etnîsîte û zimanên xwe parve dikin.

Jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de wêneyekî xweş e ku em bi rêya wê jiyana hemwelatîbûnê ya ku li gorî destûra Sûriyeyê hatiye garantîkirin wek jiyaneke birûmet û mafên adilane yên ku cudahiyê di navbera çand û çandeke din de nake, digerin.

Hevgirtina nîştimanî û jiyana hevbeş a civaka Sûriyeyî li dijî hemû hewldanên fitneyê mertal in.

Divê tevahî beşên civak û pêkhateyên wê hevgirtî bin da ku çareseriyeke adilane li gorî hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêşkêş bikin.

Panel bi beşeke hunerî ya folklorîk bi dawî bû.

(fr)

ANHA