2 baregehên Amerîkayê hatin bombebarankirin

Bi balafirên bêmirov baregeha Eyn El Esed û Herîr ên hêzên Amerîkayê hatin bombebarankirin

2 baregehên Amerîkayê hatin bombebarankirin
23 mijdar, 2023   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews′ê, Bi balafirên bêmirov baregeha Eyn El Esed a li rojavayê Enabar a Iraqê û baregeha Herîr a li Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê ku hêzên Amerîkayê bi kar tînin, hatin bombebarankirin.

Piştî şerê Îsraîl-Hemasê ya li Xezayê baregehên Amerîkayê yên li Sûriyeyê û Iraqê ji hêla komên ′Muqaweme El Îslamiyê ya Iraqê′ ve tên êrişkirin.

(fr)