Sersaxî ji malbata şehîd Mazlûm Qamişlo re hat xwestin

Şêniyan sersaxî ji malbata şervanê QSD`ê Mazlûm Qamişlo re xwestin û destnîşan kirin ku ew ê dest ji mîrateyên ku şehîdan ji bo wan hiştiye bernedin û heta dawiyê tê bikoşin.

Sersaxî ji malbata şehîd Mazlûm Qamişlo re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mazlûm Qamişlo re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mazlûm Qamişlo re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mazlûm Qamişlo re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mazlûm Qamişlo re hat xwestin
23 mijdar, 2023   18:13
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Mazlûm Qamişlo (Macid El Hemûd) re xwest ku li Dêrazorê di encama êrişên çeteyên girêdayî hikumeta Şamê de  birîndar bibû di 17`ê Mijdarê de gihaşt asta şehadetê xwest.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd a li Taxa Zeytûnê li Qamişloyê hatibû vedan, endamên Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî merasîmê sersaxiyê bûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Menal Hacirê axivî û diyar kir ku şehîdên Şoreşa 19`ê Tîrmehê wan ji koletî û desthildariyê xilas kir, bi yekrêziya pêkhateyan li herêmê ew niha li hemberî hêzên dagirker bi ser dikevin û wiha pê de çû: “Ev serkeftin jî vedigere felsefeya neteweya demokratîk, em ê heta dawiyê li hember êrişên dijî herêmên xwe derkevin û dest ji mîrateyên ku şehîdan ji bo me hiştine bernedin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Nezîr Sofî jî destnîşan kir ku  çeteyên girêdayî hikumeta Şamê bi êrişên xwe ser Dêrazorê xwestin fitneyê di navbera pêkhateyan de derxînin, plana wan bi îradeya gelan têk çû û wiha got: “Em ê wefedarê soza ku me daye Rêberê xwe Rêber Apo bimînin.”

Endama Kongra Star Semîra Xelîl jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd Mazlûm Qamişlo re xwest û da zanîn ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi yekrêzî û biratî di her qadan de cih digirin, ev yek jî rastiya gelan ji cîhanê re nîşan dide.

Piştî axaftinan merasîm bi slogana `Şehîd Namirin` bi dawî bû.

(sb)

ANHA