Meşa 'Rêzgirtina ji îradeyê re' dewam dike
Meşa "Rêzgirtina ji îradeyê re " ku ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê ber bi bajarê Colemêrgê ya bakurê Kurdstanê ve hat destpêkirin dewam dike.
![Meşa 'Rêzgirtina ji îradeyê re' dewam dike](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_66867403e7dd8.jpg)
"Meşa rêzgirtina ji îradeyê re" ku li dijî tayînkirina qeyûmê li Şaredariya bajarê Colemêrgê ya bakûrê Kurdstanê di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) de di 3'ê Hezîranê de hatibû destpêkirin didome.
Di roja duyemîn a şaxa Wanê de di meşê de parlamenter, hevşaredarên şaredariyan û nûnerên saziyên sivîl jî di nav de bi sedan kes amade ne.
WELATIYAN JÎ PIŞTGIRÎ DAN MEŞVANAN
Di meşê de sirûdên "Gever e Gever e" û "Çerxa Şoreşê" hatin gotin. Wesayîtên derbasbûyî ji bo piştgiriyê bidin meşê dirûşmên "Bijî Berxwedana Colemêrgê" berz kirin.
LI GEL TILÎLÎ Û STRANAN RÊWÎTIYA XWE BERDEWAM KIRIN
Meşvanên bi erbane û stranan meşa xwe domandin, pişt re li mezraya Tekmala Şêx Safiyeddîn 42 kîlometre temam kirin û ji bo xwarinê bixwin bêhna xwe vekirin. Meşvanên ku dê du saetan bêhna xwe vekin dê pişt re heta Tesîsên Bêhnvedanê yên Dogûyê ku dê bi şev li wir bimînin 5 kîlometreyên din bimeşin û îro temam bikin.