Pirsgirêka elektrîkê ya Hesekê hîna nehatiye çareserkirin

Li bajarê Hesekê û gundewarên wê pirsgirêka elektrîkê hîna nehatiye çareserkirin. Miqdara elektrîkê ya didin Hesekê û gundewarên wê gelekî kêm e.

Pirsgirêka elektrîkê ya Hesekê hîna nehatiye çareserkirin
Pirsgirêka elektrîkê ya Hesekê hîna nehatiye çareserkirin
Pirsgirêka elektrîkê ya Hesekê hîna nehatiye çareserkirin
Pirsgirêka elektrîkê ya Hesekê hîna nehatiye çareserkirin
19 hezîran, 2026   05:55
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Pirsgirêka elektrîkê li bajarê Hesekê û gundewarên wê didome, ji ber miqdara enerjiyê ya didin herêmê gelekî kêm e. Her wiha şebekeya elektrîkê gelekî ziyan dîtiye, trans hatine dizîn û xetên elektrîkê xira kirine.

Şîrketa Giştî ya Elektrîkê ya Hesekê li gorî derfetên xwe ji bo pirsgirêkên elektrîkê çareser bike, dest bi xebatê kiriye.

Gerînendetiya Şîrketa Elektrîkê ya Hesekê endezyar Selah Hesen got: "Hesekê û gundewarên wê elektrîkê ji bendava Firatê digirin. Pêdiviya Hesekê û gundewarên wê bi 500 megawat heye lê tenê 40-50 megawat digihêje Hesekê. Şîrket hewl dide elektrîkê li ser saziyên xizmetguzariyê û herêmên zêdetir pêdiviya wan bi elektrîkê heye, belav dike. Her wiha şîrket çend saetan elektrîkê dide gundên Hesekê û hinek tax li Hesekê hene ku elektrîk nagihêjê wan, ji ber ku xetên elektrîkê xirab bûne.”

Hesen da zanîn li bajarê Hesekê zêdetirî 30 transên elektrîkê dizîne û wiha pê de çû: "Xetên elektrîkê jî gelekî ziyan dîtine. Em di çêkirina xet û transan de gelekî zehmetê dibînin û hîna jî xetên elektrîkê xira dikin û transan didizin. Şîrket li gorî derfetên xwe dixebitê lê ji ber ziyan gelekî mezin xebat giran diçe. Li bajarê Hesekê ji sedî 25 şebekeyên elektrîkê xira bûne. Heke dizî û xirakirin raweste, em dikarin pirsgirêkê çareser bikin û elektrîkê bikişînin taxên ziyan dîtine."

Ji bo stasyonên elektrîkê yên bajarê Hesekê û giştî herêmê Hesen wiha got: "Stasyonên elektrîkê yên bajarê Hesekê û giştî herêmê gelekî ziyan dîtin. Rêveberiya Xweser 33 şaneyên elektrîkê ku bi hêza 20 kîlovat dixebitin, ji Misirê anîn. Em dixwazin li ser asta herêmê şaneyên stasyonên sereke yên kevn bûne, biguherînin."

Hesen di dawiyê de daxwaz kir ku aliyên têkildar bi şîrketê re bibin alîkar û pirsgirêka elektrîkê çareser bikin.

(np)

ANHA