ˋEncamên hilbijartina endamên Meclisa Gel ne rewa neˊ

Înîsiyatîfa Gel a Girkê Legê encamên hilbijartina endamên meclisa Gel li Hesekê red kirin û diyar kir ku ew ne rewa ne û temsîla pêkhateyên herêmê nakin.

ˋEncamên hilbijartina endamên Meclisa Gel ne rewa neˊ
24 gulan, 2026   23:40
QAMIŞLO

Înîsiyatîfa Gel a bajarê Girkê Legê bi daxuyaniyekê hilbijartinên li Parêzgeha Hesekê hatine lidarxistin şermezar kirin û encamên wan red kirin.

Parêzer Kenan Berekat bi amadebûna hejmarek şêniyan li Qada Şehîd Xebat daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew bi tundî encamên hilbijartinan red dikin û hat diyarkirin ku kesên ji bo endamtiya parlamentoya Sûriyeyê hatine destnîşankirin ne xwediyê tu rewatiyê ne, temsîla gelê Kurd û şêniyên herêmê nakin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku siyasetên ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê dimeşîne xizmetî pêkahteyên herêmê nakin, berovajî wan bi dûr dixin û paşguh dikin. Pêwîstî bi avakirina pergala demokratîk ku tevahî pêkhateyên Sûriyeyê temsîl bike, heye.

Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de banga beşdarbûna Kurd, Ermen, Asûrî, Ereb bi awayekî demokratîk û adilane li nava saziyan kir, da ku mafên tevahiyan misoger bibe.

Di dawiyê de hat gotin ku hilbijartinên li Hesekê hatine lidarxistin ne rewa ne û temsîla gelên herêma nakin û encamên wan jî redkirî ne.

(fr)

ANHA