Mihemed Mûsa: Divê rêxistinên hiqûqî bi serbestî raporan binirxînin

Mihemed Mûsa destnîşan kir ku rapora NY`ê dereng maye, lê dîsa jî erênî ye û hêvî kir ku aliyên rapor radestî wan bê kirin, li gorî pîvanên mirovahiyê lê binêrin.

Mihemed Mûsa: Divê rêxistinên hiqûqî bi serbestî raporan binirxînin
13 adar, 2024   05:38
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Mihemed Mûsa der barê rapora Komîteya Lêpirsînê Kar û Barên Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ji ajansa me re axivî.

Mihemed Mûsa diyar kir ku ev raporek dereng ma, lê ev gav rewşeke erênî ye û wiha got: “Ew hêviyên ku em li ser hêzên navneteweyî û xwedî bandor datînin, em ji hêla mirovî ve lê dinêrin. Di heman demê de qenaeta me ew e ku siyaset ne bi vî rengî ye, her alî dibe esîrê berjewendiyên xwe. Dema dibînin berjewendiyên wan bi dewleta Tirk re hene, gelek caran kiryarên ku ew dike, paşguh dikin.”

Mihemed Mûsa bal kişand ser radestkirina vê raporê ji Meclisa Mafên Mirovan re û da zanîn ku ew hêvî dikin ku ew rêxistinên hiqûqî bi serxwebûnekê raporan pêşwazî bikin û wiha pê de çû: “Lê mixabin ew rêxistin jî her dem xwe li bin bandora hêzên wekî Amerîka, Rûsya û Ewropayê de dibînin. Lê dîsa jî em bi hêvî ne li gorî pîvanên ku hatine danîn, tev bigerin û bi çavê mirovahiyê li van dozan binêrin.”

Her wiha Mihemed Mûsa destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi kiryar û siyaseta xwe ya qirêjî dixwaze îstiqrara herêmê têk bibe û gel ji pêdiviyên jiyanê bê par bihêle.

ANHA