‘Remezanê bikin meha xurtkirina hevgirtina li beramberî dagirkeran’

Cîgirê Hevserokatiya Kongra Îslama Demokratîk destnîşan kir ku meha Remezanê ji bo dîtina bi çavê heqîqetê derfetek e û bang li gelê Kurdistanê kir ku bi wesîleya wê hevgirtin û berxwedana xwe li beramberî dagirkeran xurt bikin.

‘Remezanê bikin meha xurtkirina hevgirtina li beramberî dagirkeran’
13 adar, 2024   02:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Cîgirê Hevserokatiya Kongra Îslama Demokratîk Mazin Harûnî têkildarî girîngî, wate û wesîleya ku divê meha Remezanê pê rabe, ji ajansa me re axivî.

Mazin Harûnî diyar kir ku civaka îslamî li cîhanê her sal li benda vê mehê ye da ku dest bi jiyaneke nû bike û wiha got: “Hin misilman dibêjin bi girtina rojiyê em deynê Xwedê didin, bi rastî ew ne deynê xwedê ye; berovajî wê xwedan meha Remezanê wek deriyekî, dibistaneke perwerdeyê û derfeteke guhertinê ji me re vekiriye.”

Mazin Harûnî da zanîn ku Remezan ne meha sebra li ser tîbûn û birçîbûnê ye, wateya wê ji vê pir mezintir e û ew sebra li ser avakirina kesayeteke nû, xurtkirina berxwedanê, sekna li hember zaliman e.

‘BI NIMÊJÊ KESAYETÊN REXNEGIR AVA DIBIN’

Di axaftina xwe de Mazin Harûnî bal kişand ser nimêjê jî û da zanîn ku ew wek rûniştineke rexnedayînê dibînin ku mirov bikare şaşiyên ku di wan saetên rojê de pêk anîne, sererast bike û got: “Bi nimêjê kesayetên rexnegir tên avakirin, ew kesayet dikarin piştgiriya heqî, qencî û paqijiyê bikin.”

`KESAYETA MISILMAN A RAST JI HEQIYÊ HEZ DIKE`

Mazin Harûnî destnîşan kir ku ji ber nefêmkirina pîvanên kesayeta misilman, ji nava misilmanan gelek zalim û zordar radibin û wiha got: “Kirinên dagirkeriyê yên li Kurdistanê jî wiha ne, xwe wek misilmanan pênase dikin, bi milyonan Kurd rastî komkujiyan anîne. Bila werin li dîroka me binêrin, yên ku misilmantî baş fêm kirine Kurd in. Ev tişt ji zanyarên me yên ola îslamê tê dîtin. Kesayeta misilman a ku rast hatiye avakirin, ji heqiyê hez dike, piştgirê mirovê xêrxwaz e, dûrî zaliman dikeve û her dem neyarê zaliman e.”

Harûnî da zanîn ku divê gelê Kurdistanê bi wesîleya meha Remezanê bêtir nêzî hev bibe, ji hev hez bike ku misilmantî jî her dem banga hevgirtin û wekheviyê dike.

`REMEZANÊ BIKIN MEHA BERXWEDANÊ`

Mazin Harûnî bal kişand ser kiryarên wekî înkarkirinê ya ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve û bi taybet a dewleta Tirk a dagirker û wiha dom kir: “Biratiya bi Kurdan re qebûl nakin, biratiya dîrokî ya bi pêkhateyan re têk dibin. Heke ew rast misilman in, bila em li hev bicivin, bila ew siyaset û berjewendiyên xwe bidin aliyekî, qirêjiya di nava xwe de rakin.”

Cîgirê Hevserokatiya Kongra Îslama Demokratîk Mazin Harûnî daxwaz û hêvî ji gelê li cîhanê û yê Kurdistanê kir ku meha Remezanê bikin meha berxwedana li dijî zordaran.

ANHA