Tetbîqatên leşkerî yên Çîn, Rûsya û Îranê

Hêzên deryayî yên Çîn, Rûsya û Îranê dê vê hefteyê li Kendava Umanê tetbîqateke leşkerî ya hevpar li dar bixin.

Tetbîqatên leşkerî yên Çîn, Rûsya û Îranê
12 adar, 2024   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Çînê diyar kir ku armanc ji vê tetbîqatê ew e ku "Ewlehiya deryayê ya herêmî bi hevkarî bê parastin".

Tatbîqat dê roja înê bi dawî be. Di daxuyaniya roja duşemê de hate ragihandin ku Çîn dê destroyera fuzeyê Ûrûmqî, firkateyna fuzeyê Lînyî û keştiya îkmalê Dongpînghûyê bişîne.

Li gorî medya dewletê ya Rûsyayê jî ji fîloya Pasîfîk a Rûs a bi serkêşiya krûvazora Varyag keştiyek bi vê armancê roja duşemê gihîşt bendergeha Çabahar a Îranê.

Tetbîqat di demeke welê de tê kirin ku ji ber şerê li Xezeyê û êrişên Hûsiyên Yemenî yên li Derya Sor, zemîneke nearam li herêmê heye.

Ev her sê welatên ku li dijî hegemonya Amerîkayê xwedî daxwazeke hevpar e, meha Adarê ya derbasbûyî li herêmê tetbîqatên hevpar kiribûn.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hate gotin, "Armanca bingehîn a tetbîqatê misogerkirina ewlehiya karên aborî yên deryayî ye."