Li Til Temirê 9 dibistan hatin vekirin

Rêveberiya Dibistanan a Til Temirê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê 9 dibistan li gundên navçeyê vekirin.

Li Til Temirê 9 dibistan hatin vekirin
Li Til Temirê 9 dibistan hatin vekirin
Li Til Temirê 9 dibistan hatin vekirin
Li Til Temirê 9 dibistan hatin vekirin
Li Til Temirê 9 dibistan hatin vekirin
Li Til Temirê 9 dibistan hatin vekirin
24 mijdar, 2023   06:46
HESEKÊ

Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta Tirk a dagirker êriş li dijî bajarê Serêkaniyê da destpêkirin û ew bajar û gundên derdora Til Temir dagir kir. Di encama êrişê de gelek dibistanan zirar dîtin.

Rêveberiya Dibistanan a Til Temirê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrî hin dibistan li gundewarên navçeyê yên ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên sala 2019′an de û  êrişên çeteyên DAIŞ'ê de yên sala 2015'an zirar dîtine, vekirin.

Desteyê odeyên berê avakirî li gundên Til Nesrî, Til Eriman, Um El Mesamîr, Hiwêc, Elgane, Bab El Xêr, Mensef Foqanî û Hino danîn û dibistanên gundê Til Mexas ku di encama êrişên çeteyên DAIŞ'ê de hatibû rûxandin, çaksaz kirin.

Hevseroka Rêveberiya Dibistanan a Til Temir Behiye Memo da zanîn ku dibistanên ku hatine vekirin ên seretayî ne û her dibistanek ji 100 heta 300 şagirtan dihewîne.

Li gor amara herî dawî ya Rêveberiya Dibistanan; hejmara şagirtên her sê qonaxan 4 hezar û 738 şagirt in. 2 hezar û 226 şagirtên din ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji xwendinê bêpar mane.

(mh)

ANHA