Durûtiya dewleta Tirk: Nakokiyên siyasî bi Îsraîlê re û xurtbûna têkiliyên bazirganiyê

Helwesta dewleta Tirk a li têkildarî doza Filistînê her timî dibe cihê nîqaşan. Sedema vê yekê ew e ku deweta Tirk di her rageşiyek di navbera Îsraîl û Filistînê de de refleksan nîşan dide, lê encamên van refleksan ne zelal û kêmtirî pêşbiniyên gelê Filistînê ye.

Durûtiya dewleta Tirk: Nakokiyên siyasî bi Îsraîlê re û xurtbûna têkiliyên bazirganiyê
24 mijdar, 2023   05:45
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Piştî operasyona Hemasê ya li dijî hêzên Îsraîlê ku di 7'ê Cotmehê de dest pê kir, dewleta Tirk destpêkê bêdeng ma û hewl da navberkariyê di navbera Îsraîl û Filistînê de bike;  lê belê ji ber gelek sedeman negihîşt armanca xwe. Yek ji wan sedeman; Erdogan ji bo pêşxistina aboriya xwe xwest lihevkirinan bi Kendava Erebî û Misirê re pêk bîne. Ji xwe ev yek çêbû. Piştî ku Erebistana Siûdî û Îmaratê pereyên zêde xistin bankên Tirkiyeyê, êdî Tirkiye neçar ma piştgiriya xwe ji bo rêxistinên girêdayî Îxwan El Muslimîn nexasim Hemas kêm bike. Lew ra Hemasê berî da Îranê. Di encamê de êdî bandora Tirkiyeyê li fermandarên Hemas kêm bû. Her wiha tecrûbeyên berê hiştin Tirkiye bibe navberkareke ne dirust û ne cihê baweriyê. Ev yek jî ji aliyê çapemeniya rojavayî û ya Îsraîlî ve hat piştrastkirin. Dewleta Tirk ku nikarî navbeynkariyê bike, ala careke din xwe wekî piştevanê Filistînê nîşan da û dest bi rexnekirina li Îsraîlê kir. Lê di rastiyê de her tişt ne wisa ye.

Têkildarî helwesta Tirkiyeyê, gel helwesta wê ya li hember dorpêça Xezayê ya sala 2010'an tîne bîra xwe. Di wê demê de Tirkiye û Îsraîlê ketin nava pevçûneke dîplomatîk. Pevçûn gihîşt asta ku Tirkiye keştiyek di deriya Marmaryê de bi rê kir da ku dorpêça Îsraîlê ya li ser Xezayê bişkîne. Îsraîlê li hemberî vê yekê êriş bire ser aliyê Tirk û di encamê de 10 Tirk hatin kuştin û 26 jî birîndar bûn. Tevî qutkirina têkiliyên siyasî, lê têkiliyên aborî pêş ketin.

Tevî daxuyanî û aloziya siyasî, lê di 2011'an de kelûpelên Tirkiyeyê yên ji bo Îsraîlê hatin şandin gihîşt 2.4 mîlyar dolar û di sala 2020'an de gihîşt 4.7 mîlyar dolar. Her wiha di sala 2020′î de kelûpelên ku ji Îsraîlê ji bo Tirkiyeyê hatin şandin gihîşt 1.5 mîlyar dolar.

Di sala 2020′î de bazirganiya di navbera Tirkiye û Îsralê de 6.5 mîlyar dolar bû heta dawiya 2022'yan gihîşt 10 mîlyar dolar. Di encamê de têkiliyên bazirganî di navbera 2013 û 2021'an bi rêjeya ji sedî 52 zêde bû û tê pêşbînkirin ku ev rêje zêde bibe.

Wezareta karên derve ya dewleta Tirk a dagirker da zanîn ku Enqere dê ji bo zêdekirina rêjeya bazirganiya bi Îsraîlê re dixebite û dê bigihîne 15 mîlyar dolarî. Her wiha hejmara geştyarên Îsraîlê yên li Tirkiyeyê gihîşt zêdetirî 631 hezar ku bi 5 caran ji rêjeya sala borî zêdetir e. Di 2022'yan de jî wezareta veguhastinê ya Îsraîlê destnîşan kir ku Îsraîl û Tirkiye dê tevgera keştiyên asîmanî li gor peymaneke nû ku ji 1951'an de ya yekem e, pêş bixin.

Yek ji peymanên herî girîng ên di navbera herdu aliyan de, di mehên dawîn de peymana veguhastina gaza Îsraîlê bi rêya xaka Tirkiyeyê wek alternatîfa xeta Eastmid a li ser xaka Yewnanistan û Qibirsê ye. Her wiha Tirkiyeyê peymaneke nû ya vekolîna hevbeş li ser gazê di deryaya Spî de îmze kir.

(mh)

ANHA