PKK′ê berjewendiyên hêzên hegemonîk têk birin

Rêber Abdullah Ocalan got, encamên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dê ji şerên cîhanê yên berê girantir bin.

 PKK′ê berjewendiyên hêzên hegemonîk têk birin
24 mijdar, 2023   02:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Şer û pevçûnên hêzên herêmî û navneteweyî yên ji bo kontrokirina Rojhilata Navîn giran dibin. Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka pêncan de, Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk (Parastina Kurdên di nava Pêncê Qirkirina Çandî de)  vî şerî wekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dinirxîne.

Rêber Abdullah Ocalan di babeta ′Derketina ji Sûriyeyê ′ de dibêje: "Di çarçoveya PDK’ê de hewl dan pêkhatineke bi heman rengî ya Kurdê Spî ava bikin. Heman navendê hem ji Tirkan hem jî ji Kurdan du hêzên wekhev lê xwedî nakokî diafirandin û ev jî ji bo hebûna wan (di serî de DYE û Ingilîstan, ji bo berjewendiyên Rojava yên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn ewlekariya Îsraîlê) heyatî û girîng bû. Ya rastî, ji bo berjewendiyênwan ên li herêmê, polîtîkayeke têra xwe aqilane ye; du hêzên bi xwe ve girêdayî çêdikin û hêzên behsa wan jî tê kirin timî di nava nakokiyan de ne.Bi derketina holê ya PKK’ê, ev dekûdolaba têra xwe dîrokî û ewqasî jî rojane xira dibû."

Rêber Abdullah Ocalan di heman bendê de dibêje: "Derfetên çareserî û aştiyê di sala 1993 û 1998’an de derketin holê, dihatin wê maneyê, dekûdolaba hêzên hegemonîk bi dawî dibû. Ji lewra destûr nedan şêwazekî bi vî rengî yê çareseriyê. Reşkujî û komployên mezin pêk anîn. PKK’ê Kurd ji kontrolê derdixistin û di serî de Tirk bi dewlet û komên din re li hev dianîn û ev jî dibû derbeke stratejîk li berjewendî û dekûdolabên van hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn diket. Ev xusûsên ku em ê karibin sedemên wan bi awayekî berfireh rêz bikin, têrê dikin ku îspat bikin, çima komploya 1998’an ewqasî xwedî armancên stratejîk û mezin bû."

Der barê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de Rêber Abdullah Ocalan wiha axivî: "  Eger em behsa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ bikin, divê em bibêjin, di serî de bîlançoya bûyerên li welatên diyar ên weke Iraq, Afganistan, Lubnan, Pakistan, Tirkiye, Yemen, Somalî û Misirê ji zû ve ji gelek aliyan ve ji bîlançoyên Şerên Cîhanê yê Yekemîn û Şerê Cîhanê yê Duyemîn derbas kiriye û ev jî ji  bo fêhmkirina rastiya vî şerî têrê dike."

Li gorî Rêber Abdullah Ocalan "Jixwe ji ber sîlehên nukleer mirov dikare fêhm bike ku wê ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ parçeparçeyî be, demeke dirêj û bi teknolojiyên cuda dewam bike. "

Di beşa pêncemîn a ′Di sosyalîzma zanistî de pêxîrtengî, komploya mezin û veguherîna PKK′ê de′ Rêber Abdullah Ocalan li ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wiha diaxivî: "‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ rastiyek e, û bi giranî navenda lê diqewime cografya Rojhilata Navîn û atmosfera wê ya çandî ye. Em bi tenê li bûyerên li Iraqê diqewimin binêrin û navenda ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ lê gurr bûye temaşe bikin, em ê bibînin ku bûyerên li vir diqewimin têkiliya xwe bi welatekî re nîne. Ji ber ku bûyerên li vir pirr eşkere nîşan didin ku têkiliya wan bi hebûn û berjewendiyên hêzên hegemonîk re heye. Kengî Îran bi temamî bêtesîrkirin, li Iraq û Afganistanê aramî wê pêk bê, Çîn û Emerîka Latîn êdî nebin tehlûke, belkî ev şer bi dawî bibe. Di çarçoveya zanistên civakî de rast nîne ku mirov bibêje, bi awayekî vebirrî wê wisa bibe, lê bi îhtîmaleke xurt wê wisa bibe. Carinan dîplomasî û carinan jî wê şîddet zêde bibe. Bi krîzên ekonomîk ên bi kontrol û dijwar wê destwerdin rojevê. Carinan wê pêşektiya qadan biguhere, lê bi vî awayî yan jî bi awayekî din şer bi giştî wê li gelek qadan pêk bê. Eger ev xwezaya bingehîn a şer li ber çavan were girtin, hingê baştir wê bê fêhmkirin ka çima operasyona 1998’an a li dijî min di çarçoveyeke navneteweyî de hatiye meşandin û çima operasyona herî mezin a Gladîo’ya NATO’yê ye. Bêguman di şerên mezin de timî hêzên hegemonîk bi ser nakevin, gel jî dikarin gelek tiştan bi dest bixin. Heta hêzên hegemonîk ji aliyê sîstemîk ve dikarin têk biçin, gel jî dikarin ji aliyê sîstemîk ve bi ser bikevin."

Rêber Abdullah Ocalan di babeta "Cihê PKK′ê di jiyana neteweya demokratîk de" de vê şîroveyê dike:" Tevahiya şert û mercan bûyerên muhtemel ên pêvajoya li pêşiya me bi qasî şoreşên mezin ên Rûs û Fransî yên di dîrokê de qewimîn girîng dikin. Çi bi şer pêk bê, çi jî bi aştiyê pêk bê, gelê Kurd ne bi tenê ji bo xwe çareseriya pirsgirêka neteweyî demokratîk pêk tîne, gavekê diavêje ji bo tevahiya herêma Rojhilata Navîn û mirovatiyê maneyeke xwe ya mezin heye. Bi vê gavavêtinê li dewletên netewe yên modernîteya kapîtalîst yeke nû zêde nabe, tevlî statuya kapîtalîst a ji zû ve hatiye amadekirin nabe, beşdarî yekdestdarî û cîhana pîşesazan nabe; rohniya şaristanî û modernîteya nû dide. Gavavêtina vê modernîteyê ku mirov dikare wê weke modernîteya demokratîk jî bi nav bike, ji çanda Rojhilata Navîn re ku di yek ji demên xwe yên herî kaotîk de ye, dikare riya çareseriya hewce nîşan bide.... Lê vê carê, li ser xeta civakeke bê çîn, bê dewlet, bajarên ekolojîk, ekonomiya karê nake armanc û demokratîk ji PKK’ê tê xwestin li gorî şaristaniya nû û modernîteya demokratîk bibe namzetê vê rolê.′′

Rêber Abdullah Ocalan di babeta ′′ Li Iraq, Afganistan û Pakistanê jihevdeketina dewleta netewe û ji ber awayê avabûnê asêmayîna modernîteya kapîtalîst′′ de balê dikişîne ser vê yekê ′ Li New Yorkê di 11’ê Îlona 2001’ê de êrişeke birin ser Bercên Cêwî ku bi îhtîmaleke mezin komplo bû, û ya rastî, bi vê êriş û hewldanê sîstema kapîtalîst ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ da destpêkirin. Piştî ku di sala 1990’î de Rûsya Sovyetê ji hev de ket, NATO’yê ango sîstema hegemonîk a dinyayê Îslama radîkal a ji zû ve weke dijminê nû îlan kiribû, ya rastî weke maskeya îdeolojîk bi kar dianî. Armanca vê bi xwe jî ew bû, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li welatên Rojhilata Navîn ên bi çanda Îslamî radibûn, temamkirina hegemonya kapîtalîst a nîvcomayî û nexasim dewletên Îran, Iraq, Sûrî, Lîbya û hwd. yên weke dewletên asî û eşqiya hatine ragihandin bi awayekî bi rêkûpêk entegrekirina wan bi sîstemê ve û bi giştî jî bi hêzkirina hegemonya DYA’yê li dinyayê. Bi ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ ku hegemonya DYA’yê xwe lê rakişand, valatiya piştî hilweşîna sîstema Sovyetê ya derketibû holê bihata tijîkirin. Wekî din, bi vî awayî wê pêşî li mezinbûna hevrikê nû yê muhtemel Çînê bihata girtin.

Armanca pêngava pêşî ya li dijî Afganistanê ew bû, ji bo Rûsya û Çîn valatiya hegemonîk a li Asya Navîn tijî nekin bi lez tevgeriyabû û xwestibû însiyatîfê ji dest nede. El Qaîde û Talîban bi vê armancê weke amûrên paravan hatin bikaranîn. Eger bixwazin dikarin di nava bîstûçar saetan de dawiyê li wan bînin. Lê ji bo rewakirina şer diviyabû hebûna wan timî di rojevê de bihata hiştin. Di çarçoveya amadekariyên kirî de pêngava pêşî ya şer bi awayekî serketî pêk hat. Pêngava Iraqê jî bi serdestiya teknolojîk bi heman lezê gihişt armanca xwe. Armanc têkbirina rejîma Saddam Huseyîn bû. Ev armanc bi cih hat, lê zehmetiya rastî di qada siyasî de derket holê. Piştî ku rejîmeke asî mîna Iraqê (mirov dikare bibêje waliyê sîstemê wezîfedarkirî yê serî rakir) hilweşiya, tevahiya dîroka şaristaniyê xirabiyên ketibûn ser hev hemû mîna ku Qutiya Pandorayê vebe yek bi yek li naverastê weşiyan, belav bûn.′′

Rêber Abdullah Ocalan her wiha dibêje "Prensê Awusturyayê ji aliyê milletperestekî Sirp ve hat kuştin û Şerê Cîhanê yê Yekemîn dest pê kir. Ez zêde mezin nakim, lê ji naverok û armancên li vê bûyerê barkiribûn zêdetir naverok û rolek li komploya li dijî min barkiribûn. Bi komployê ve girêdayî DYA û hevgirtiyên wê Rojhilata Navîn dagir kirin û mirov vê dagirkeriyê weke ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ bi nav bike, bawer dikim wê di destnîşankirina rewşê de zêdegavî nebe. Lê eger mirov di çarçoveya bûyer û encamên rê li ber wan vekirî de li rewşê binêre, mirov ê bi hêsanî karibe vê qonaxê weke bûyer û encamên wê bi ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ bi nav bike. Eger mirov tevgera li dijî min di vê çarçoveyê de binirxîne mirov ê karibe maneya rastî bidiyê. Li beramberî ‘Şerê Cîhanê yê Yekemîn ê Sirbistanê’, ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê Kurdistanê’ tê. Kurdistan ji aliyê jeopolîtîk û jeostratejîk ve li Rojhilata Navîn di warê destpêkirin, pêşdebirin û encamgirtina ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ de bi rola qadeke navendî radibe.

Rêveber Abdullah Ocalan di beşekî din de  wiha dibêje: ′′Bi vî awayî wê pêkan bibûya ku tewazuna sîstemê ya di sîh salên dawî de li Kurdistanê xirabûyî ji nû ve bihata restorekirin. Di vê navberê de, di çarçoveya heman mentiqî de Tirkiye kirin namzeta endambûna Yekitiya Ewropayê. Tevahiya van hewldanên ku sîstemê ji aliyê Kurdistanê û bi PKK’ê ve girêdayî dimeşand, her yek ji wan parçeyekî Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a DYA’yê bû. Min pêkanînên deh salên dawî yên projeyê weke qonaxa herî girîng a ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ pênase kiribû. Ji bo serketina vê projeyê berê pêşî diviyabû ez bihatama tesfiyekirin. Di vê çarçoveyê de hewldana pêşî Clinton bi xwe kiribû. Ji sala 1992’an ve Clinton du caran ji bo vê hewldanê hatibû serdana Sûriyê.

Di wê demê de Clinton ji çar saetan zêdetir hevdîtinên dûrûdirêj (hevdîtinên bi vî rengî kêm caran têne kirin) der barê min û PKK’ê de kirin. Gelek tevgerên dîplomatîk ên bi heman rengî hebûn. Bi kêmanî biqasî Saddam Huseyîn tesfiyekirina min an jî bêbandorkirina min di rojevê de bû û ev hêmanên ez pêşkêş dikim hemû têra xwe vê yekê îspat dikin. Di çarçoveya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin de dewletoka netewe ya Kurd a li Kurdistana Iraqê hat avakirin encameke xwezayî ya van bûyer û hesabên hegemonîk ên dused salên dawî yên li herêmê ye. Bendewariya sîstemê ji vê ew e, weke ku çawa di demên bihurî de kiriye bi vê amûra nû dixwaze hem Kurdan hem jî hêzên cîran kontrol bike û kengî hewce kir bi awayekî eşkere mudaxele bike. Ji ber ku armancên wan bi vî rengî ne, ev nayê wê maneyê, pêkhate û dewleta netewe ya li Kurdistana Iraqê bi temamî bêqîmet û neyênî ye. Bi neteweya demokratîk a li Kurdistanê bê avakirin û KCK’ya jê re pêşengiyê bike, bi helwesta xwe ya lihevkirinê li Kurdistanê û dewletên netewe yên cîran ên Rojhilata Navîn hemûyan bivênevê wê rê li ber bûyerên erênî û girîng veke. Polîtîkayên înkar û tinekirinê yên ji rêûresmê ji niha ve bêkêr bûne."

Rêber Abdullah Ocalan dibêje dê encamên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dê ji şerên berê gûrtir bin û wiha şîrove dike: ′′Em dema bi bûyerên deh salên dawî re bidin ber hev, wê malkambaxî û malwêraniya bûyerên muhtemel bêhtir bê fêhmkirin. Eger sîstema hegemonîk li herêmê bimîne wê qîma xwe bi rewşa heyî neyîne. Weke her sîstema hegemonîk wê bixwaze serketî bibe. Ev jî wê bike ku Îran ji bandora xwe ya di çarçoveya Şîa’tiyê de dakeve û car din li rewşa xwe ya sernerm a dema Şahtiyê vegere. Bi tevahî nîşane didin xuyakirin ku wê hewldanên ji bo bandordanîna li ser herêmê zêde bibin. Qonaxeke nû ya ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ li derveyî îhtîmalê nîne. ′′

Rêbertî di babeta ′Tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî  neteweya demokratîk de′′ de jî armancên sereke yên şerê yekemîn ê Kendavê yê sala 1990′an dinirxîne " Yek ji armancên sereke yê Şerê Yekemîn ê Kendavê yê sala 1990’î dest pê kir ew bû ku li ser rêya diçû dewleta netewe ya Kurd gavê biavêjin. Li Rojhilata Navîn a piştî salên 1990’î diyardeya di çarçoveya Şerê Kendavê de hatiye destpêkirin weke yek ji versiyonên girîng ên ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ bê nirxandin, mirov ê bibîne piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji Împaratoriya Osmanî ya têkçûyî weke Proto-Îsraîlekê dewleteke netewe ya Tirk, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn Dewleta Îsraîlê ya rastî û ji versiyona ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ jî weke amûrê bingehîn ê ewlekariya Dewleta Îsraîlê dewleta netewe ya Kurd a Proto-Îsraîlê tê avakirin. Ango piştî salên 1990’î di serî de hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst ên li dijberî PKK’ê Amerîka, hêzên Yekitiya Ewropayê, Japonya û wekî din, xwestin dewletoka netewe ya Kurd a ku dewletên netewe yên Tirk û Îsraîlê jî wê destek dikin, weke alternatîfekê deynin.′′

(bb)