Li Siwêdayê êrişî cotkaran hat kirin: Kuştî û birîndar hene

Li Siwêdayê cotkar dema ku zeytûn berhev dikirin hatin gulebarankirin. Tê gotin ku kuştî û birîndar hene.

Li Siwêdayê êrişî cotkaran hat kirin: Kuştî û birîndar hene
7 sibat, 2026   22:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ku herêmê ragihandine, li gundê Metûna yê bakurê Siwêdayê cotkaran dema zeytûn berhev dikirin, hatin gulebarankirin. Li gorî agahiyên destpêkê, 5 kes hatin kuştin û birîndar hene.

Çavkaniyan diyar kir ku piraniya cotkaran koçberên gundê Metûnayê ne, dema diçûn nava zeviyên xwe hatin gulebarankirin.

Çavkaniyan dane zanîn ku êriş di rewşeke bi guman de çêbû, lê hêzên hikumeta demkî tên tawanbarkirin ku êriş kirine.

(bb)

ANHA