Îsraîlê gundewarên Quneytîrayê topbaran kirin

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku artêşa Îsraîlê gundewarên Quneytîrayê topbaran kirin.

Îsraîlê gundewarên Quneytîrayê topbaran kirin
7 sibat, 2026   22:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku artêşa Îsraîlê ji girê Colanê guleyên obîsan avêtin zeviyekî çandiniyê yê gundewarê Quneytîrayê navîn. Li gorî çavkaniayn herêma Muselis El Mewt (Sêgoşeya Mirinê) ya di navbera parêzgehên Quneytîra û Derayê de hat topbarankirin.

Her wiha dane zanîn ku bajarokê Semdaniya Rojhilat ê Quneytîrayê jî hat topbarankirin.

Der barê zerarên topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.

(bb)