2 hezar û 250 çeteyên DAIŞ’ê radestî Iraqê hatine kirin

Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Saad Maan ragihand ku ji aliyê Sûriyeyê ve 2 hezar û 250 çeeteyên DAIŞ’ê radestî Iraqê hatine kirin. Hat diyarkirin ku pêvajoya radestkirinê bi koordînasyona Koalîsyona Navneteweyî hatiye meşandin.

2 hezar û 250 çeteyên DAIŞ’ê radestî Iraqê hatine kirin
7 sibat, 2026   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Saad Maan, di daxuyaniya xwe ya ji bo ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê (INA) de diyar kir ku 2 hezar û 250 çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Sûriyeyê ve bi rêya bejayî û hewayî radestî Iraqê hatine kirin. Maan da zanîn ku pêvajoya radestkirinê bi koordînasyona Koalîsyona navneteweyî û bi hewildanên zêde yên hêzên ewlehiyê yên Iraqê pêk hatiye û got ku ev kes di navendên fermî yên bi ewlehiya bilind de têne girtin.

Maan destnîşan kir ku tîmên pispor dest bi lêpirsîna destpêkê û dabeşkirina li gorî asta rîskê ya endamên DAIŞ’ê yên radestkirî kirine û îfadeyên wan jî rasterast di bin çavdêriya dadweriyê de têne girtin.

Maan bal kişand ser wê yekê ku prensîba bingehîn a Iraqê ev e ku her kesê ku li dijî Iraqiyan sûc kiriye û endamtiya wî ya DAIŞ’ê hatiye tespîtkirin, di dadgehên Iraqê de were darizandin. Her wiha got ku Wezareta Karên Derve derbarê girtiyên bi