Li Qamişloyê çalakiyên bi daxwaza peydakirina kehrebê didomin

Xelkê bajarê Qamişloyê bi daxwaza başkirina rewşa aborî û jiyanî, kêmkirina bihayên madeyên bingehîn û peydakirina kehrebê çalakiyên xwe didomînin.

Li Qamişloyê çalakiyên bi daxwaza peydakirina kehrebê didomin
Li Qamişloyê çalakiyên bi daxwaza peydakirina kehrebê didomin
Li Qamişloyê çalakiyên bi daxwaza peydakirina kehrebê didomin
Li Qamişloyê çalakiyên bi daxwaza peydakirina kehrebê didomin
Li Qamişloyê çalakiyên bi daxwaza peydakirina kehrebê didomin
Li Qamişloyê çalakiyên bi daxwaza peydakirina kehrebê didomin
Li Qamişloyê çalakiyên bi daxwaza peydakirina kehrebê didomin
Li Qamişloyê çalakiyên bi daxwaza peydakirina kehrebê didomin
Li Qamişloyê çalakiyên bi daxwaza peydakirina kehrebê didomin
9 îlon, 2026   20:22
QAMIŞLO

Îro li bajarê Qamişloyê bi dehan şênî û dikandaran bi daxwaza dîtina çareseriyên bilez ên ji bo krîza jiyanî li herêmê, nemaze piştî qûtbûna piştgiriya ximzetî ji bo mazotê çalakî li dar xist.

Çalakvanan pankartên bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî, peydakirina kehrebê bi awayekî birêxistinkirî, şermezarkirina qutbûna piştgiriya xizmetî ji ser mazotê û çareserkirina pirsgirêka sotemeniyê hildan.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de banga peydakirina kehrebê, piştî qutbûna piştgiriyê ji ser mazotê û banga başkirina rewşa jiyanî ji bo welatiyan hat kirin.

Ev çalakî di çarçoveya rêzeçalakiyên li bajarên herêma Cizrîê bi daxwaza çareserkirina pirsgirêka sotemenî û kehrebê, sînordarkirina bilidbûna bihayan û başkirina rewşa jiyanî de pêk tên.

(f)

ANHA