Li Mensûrayê nîvê projeya dikanan bi dawî bû
Şaredariya Gel a Mensûrayê projeya avakirina 92 dikanên bazirganiyê didomîne. Heta niha ji sedî 50’yê projeyê hatiye avakirin.
Çavdêra li ser projeyê Nadiya El Esaf diyar kir ku şaredariya gel piştî pişk ji kesên li ser projeyê tomar kirine re pêk anîn, dest bi avakirina dikanan kir û her dikan bi 10 dolarî hate kirêkirin.
Nadiya wiha domand: "Piştî gelek lêkolînan vê projeyê dest pê kir. Armanc ji vê projeyê barê li ser xelkê were sivikkirin û derfetên kar ji xwediyên qûta wan kêm re were peydakirin. Heta niha şaredariyê ji sedî 50 proje bi dawî kiriye."
Proje ji 4 blokên dikanan pêk tê. Dirêjahiya her dikanekê 7,3 metre û firehiya wan jî 3,3 metre ye.
Çaverê ye di 40 rojî de proje bi dawî be.
(fr)
ANHA