Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîşaneyhên rûdana felaketekê

Hevserokê Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destnîşan kir ku ambargoya hikumeta Şamê û êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan dide ku lihevkirin di navbera herdu aliyan de heye û got, ji ber ambargoyê dibe felaketek çêbibe.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîşaneyhên rûdana felaketekê
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîşaneyhên rûdana felaketekê
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîşaneyhên rûdana felaketekê
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîşaneyhên rûdana felaketekê
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîşaneyhên rûdana felaketekê
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîşaneyhên rûdana felaketekê
6 kanûn, 2023   04:39
HELEB
MIHEMED EBDO

Hikumeta Şamê siyaseta birçîkirinê li dijî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê didomîne ku di encamê de gelek pirsgirêkên jiyanî û xizmetguzariyê çêbûne.

Hevserokê Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Emîn destnîşan kir ku di encama ambargoya li ser herdu taxan de karên xizmetguzarî yên şaredariyê hatin rawestandin û diyar kir ku eger hin pirsgirêkên xizmetguzarî nehatin çareserkirin dê bi karesetan encam bidin.

Mihmed Emîn anî ziman ku ambargoya ji aliyê Şam û dewleta Tirk a dagirker ve çêkirî û plankirî ye û got: ′′ Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ambargoya giran a li ser her du taxan û kantona Şehbayê ne tesadufî ne.′′

Emîn diyar kir ku ji dema dagirkirina Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ambargo heye û diyar kir ku ambargo xizmeta tevahî sûriyeyan nake.

Têkildarî qadên ku ambargo bandor li wan kirine Emîn da zanîn ku tevahî saktorên  pêwîstiya wan bi sotemenî û sererastkirinê heye bi bandor bûne.

Li gorî Şaredariya Gel xebatên gelek beşan wek sereraskirina rêyan û kanalîzasyonan nexasim bi hatina zivistanê re rawestiyan, ji vê zêdetir ambargo eger bidome dê gefê li beşên din wekî ceyran û paqijiyê ku xetên sor in bixwe.

Hevserokê Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Emîn destîşan kir ku mazota embarkirî tê bikaranîn û ew ê jî di demeke nêzîk de biqede û got: "Hişmendiya hikumeta Şamê ya hedefgirtina pariya gel dê kirîzê kûrtir bike û aloziyê dijwartir bike û êşên sûriyeyan mezintir bikin."

Hikumeta Şamê ambargoyeke giran daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê. Par ji ber ambargoyê û tunebûna amûrên germkirinê zarokên bi navê Wîsam Sîdo (4) û Hisên Kîbar (17) jiyana xwe ji dest da.

(mh)

ANHA