‘Heta em ji tenduristiya Rêberê xwe piştrast bibin em ê li qadan bin’

Jinan destnîşan kir ku heta rewşa Rêber Abdullah Ocalan nas nekin, wê li qadan bin. Her wiha diyar kir ku piştî erdheja li Tirkiyeyê, divê yekser û bi lez hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan were kirin.

‘Heta em ji tenduristiya Rêberê xwe piştrast bibin em ê li qadan bin’
6 kanûn, 2023   02:35
QAMIŞLO

Duh li bajarê Busra yê Tirkiyeyê erdhejek rû da. Girava Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan ji 1999`an ve di nava tecrîdeke giran de tê de dîl hatiye girtin, girêdayî Bursyayê ye. Ji ber wê xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikar in û dixwazin tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan nas bikin ku ji 3 salan ve agahî jê nayê girtin.

Welatiya bi navê Esma Samî got: “Em ji rewşa Rêberê xwe bi fikar in. Li herêmeke nêzî girava Îmrailyê erdhej çê bû. Em bang dikin rewşa wê aşkera bibe û yekser hevdîtin pê re pêk were. Heta em agahî li ser rêberê xwe nas nekin em ê li qadan bin.”

Esma soz da ku şopdarên rêya Rêber Abdullah Ocalan bin heta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk tê.

Welatiya bi nazê Zulfe Bedro jî bang li rêxistina mafên mirovan, CPT`yê kir ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin û got: “Divê berpirsyariyên xwe li hember Rêbertî bînin cih.”

Zulfe destnîşan kir ku wê li qadan bin heta ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bibe.

Welatiya bi navê Nisrîn MIhemed jî, mîna Esma û Zulfe bang li aliyên têkildarî kir ku bilez biçin Îmraliyê û bihêlin malbat û parêzer wî bibînin.

Nisrîn bi tundî, helwestên şermok ên rêxistinên navneteweyî û CPT`yê şermezar kir û wiha domand: “Ji ber ku şoreşger e û banga azadiya gelan dike, ji ber wê Rêber Abdullah Ocalan dîl hat girtin.”

Nisrîn soz da ku wefedarên Rêber Abdullah Ocalan bin, heta azadiya wî ya fîzîkî jî pêk were, çalakiyan berdewam bikin û wiha domand: “Ji ber ku wî tenê bi jinê bawer kir ku dikare tê bikoşe û li ber xwe bide. Ji bo azadiya wî jî em amade ne fedakariyê bikin.”

(şx)

ANHA