Li Lîbyayê goreke komî hat dîtin

Rêxistina Penaberiyê ya NY’yê ragihand ku ku li başûrê rojavayê Lîbyayê goreke komî hatiye dîtin.  

Li Lîbyayê goreke komî hat dîtin
22 adar, 2024   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (YN) bi daxuyaniyekê ragihand ku vê hefteyê li başûrê rojavayê Lîbyayê goreke komî hat dîtin.  Rêxistinê diyar kir ku di gorê de cenazeyên 65 penaberan hatin dîtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, sedema wefata wan û nasnameyên wan ne xuya ne. Lê hate zanîn ku dema ku hewl didan di çolistanê re bi awayekî qaçax derbas dibûn wefat kirine.

Li gorî daneyên ku rêxistina navborî di navbera Gulan û Hezîrana 2023'yan de tomarkirine, zêdetirî 700 hezar penaber li Lîbyayê hene.

Di daxuyaniya Rêxistina Penaberiyê ya NY’yê de hate destnîşankirin ku di sala 2023'yan de jî nêzî 3 hezar û 105 penaberên ku hewl didan di Deryaya Spî re derbasî Ewropayê bibin hatin kuştin an winda bûn.

(mh)