Prof. El Alûsî: Tirkiye plan dike  deverên dagirkirî tev li xaka xwe bike

Profesor Teysîr Ebdulcebar El Alûsî hevdîtinên rayedarên Tirkiye û Iraqê wekî nîşaneya rewakirina dagirkeriya Tirk a li Iraqê nirxandin û got: "Ev hevdîtin derfet dide dewleta Tirk da ku qadeke berfireh a Iraqê dagir bike."

Prof. El Alûsî: Tirkiye plan dike  deverên dagirkirî tev li xaka xwe bike
23 adar, 2024   07:16
NAVENDA NÛÇEYAN 
GÎVARA ŞÊX NÛR

Profesor Teysîr Ebdulcebar El Alûsî yê ji Iraqê hevdîtinên rayedarên dewleta Tirk ên DYA, Iraq û Başûrê Kurdistanê nirxandin. 

Teysîr Ebdulcebar El Alûsî diyar kir ku siyasetên derve yên dewleta Tirk a dagirker ne tiştekî nû ne û got: "Ev siyaset li aliyekî xwe dispêre kurahiya serdema pergala Kemalîzmê û li aliyekî din xwe dispêre xeta partiya ku di cewhera xwe de îxwanî bi navê laîkbûnê ye, lê tu nîşaneyên wî yê laîkbûnê li ser nîn in."

El Alûsî destnîşan kir ku reftarên Tirkan “reftareke makîavelî ye ku derfetan bikar tîne da ku hêza Tirkiyê di warê aborî de biçeispîne. Li gorî felsefeya wan jî ev yek di bingeh de bi rêyên leşkrî pêk tê, bi rêya avakirina baregehên bingehîn û yên demkî, her wiha bi rêya artêşê û komên milîs ên ku ji bo armancên cuda hatine avakirin."

El Alûsî bal kişand ser tevgera dîplomatîk a vê dawiyê ya Tirkiyê jî û ev nirxandin kir "Ji amadekirina rewşê bo tişta ku dê hêza leşkerî ya Tirkiyê di paşerojeke nêzîk de li herêmê pêk bîne ye. Em tevlîbûna serokê îstixbarat û leşkerî di nava şandeyên dîplomatîk û biyanî yên Tirkiyê de wiha şîrove bikin, ew mentiqê hêzê û tundiyê ye ku Tirkiyê bi derdoraên xwe û welatên din re pêk bîne."

’HEVDÎTINÊN TIRKIYE YÊN LI IRAQÊ JI BO PÊKANÎNA ÇAVNEBARIYAN E’

Profesor Ebdulcebar El Alûsî destnîşan kir ku cewherê hevdîtinên rayedarên Tirk ên li Iraqê ji mijarên lojîstîk ên ji bo Tirkiyeyê zêdetir, amadekirina hewayekê da ku di bin navê têkoşîna li dijî terorê êrişeke leşkerî pêk bîne û çavnebariyên xwe yên bê sînor bi cih bîne.

El Alûsî anî ziman ku ji tevgerên Tirkiyeyê diyar dibe ku bi rêya guhertina demografiyê ku bê navber tê kirin, dixwaze herêmên dagirkirî tev li xaka xwe bike û bi dehan baregeh û navendên leşkerî yên sabit û yên gerok îsbata vê yekê nîşan da.

El Alûsî bal kişand ser helwesta lawaz a hikumeta Iraqê ya li hemberî destwerdana Tirkiyê û ev nirxandin kir: "Pêkhatina desthilata Iraqê di navbera fermî û paralel bi dewletê re hatiye dabeşkirin. Helwestên cihêreng û nakok ên iraqî ne li gorî berjewendiyên nîştimanî ne. Ev nakokî û cudabûna helwestan welat dixe nava pencên berjewendiyan, helwesta fermî lawaz dike, her wiha derfetê dide gelek hêzan da ku destwerdanê bikin û armancên xwe pêk bînin. Eger em rojevên bi bandor û berjewendiyên hêzên destwerdêr binirxînin, hingî em ê karibin helwesta der barê hebûna leşkerî ya dagirkerî ya Tirkiyê de ji helwesta hêzên dost ên dijîberî destwerdanan  fêm bikin."

El Alûsî bal kişand ku daxuyaniya hevbeş a piştî civîna rayedarên Tirkiye û Iraqê nîşaneya rewakirina dagirkeriya Tirk a li Iraqê ye û derfet dide dagirkirina qadeke berfireh a xaka Iraqê. Her wiha îşaret pê kir ku şiraketiya Iraq –Tirkiye nikare berjewendiyên nîştimanî îfade bike bi qasî ku pirsgirêkê di hevsengiyê de ava dike. El Alûsî diyar kir ku ev lihevkirin hemû li ser hesabê Iraq û gelê wê tê kirin.

El Alûsî bi domdarî got: "Pirsgirêk ew e ku rêveberiya fermî hevdîtina Tirkiye û Iraqê wekî hemahengiyê dibîne, lê ya rast mirov dikare vê yekê wekî ferzkirina mercan pênase bike. Hebûna baregehên leşkerî yên bi vê mezinahî û kurahiyê lihevkirinên bi dewleta Iraqê re binpê dike. Tevahî lihevkirinên ewlehiyê ne rewa ne û xizmeta berjewendiyên nîştimanî nakin, lê belê li gorî qanûn û peymanên navneteweyî serdestiyê binpê dike û li gorî qanûn û peymanên navneteweyî sûc in."

Lêkolîner Teysîr Ebdulcebar El Alosî hemahengiya nû ya ewlekarî wek "Teslîmbûnê ya ji zext û armancên metirsîdar" nirxand û got: "Ev jî rê li ber qutkirina xaka Iraqê vedike. Her wiha hikûmetê ber bi rewşên ku ne berpirsyariya wê ye ve dikişîne, mebesta wî jî doza kurdî li Tirkiyê ye. Doza kurdî dozeke adilane ye, divê bi awayekî demokratîk û aştiyane, ne bi zext û çewisandinê were çareserkirin. Tevgera Kurd ne terorî ye mîna ku tê îdiakirin, lê teror dewelet e ku Tirkiyeyê pêk tîne."

(bb)

ANHA