Biden û Sûdanî wê bicivin

Biden û Sûdanî dê di meha Nîsana bê de gelek dosyayên wek DAIŞ, çaksaziya aborî û serxwebûna saktora enerjiyê nîqaş bikin.

Biden û Sûdanî wê bicivin
22 adar, 2024   21:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşka Spî ragihand ku serokê Amerîkayê Joe Biden wê di 15'ê Nîsanê de li Koşka Spî pêşwaziya serokwezîrê Iraqê Mihemed Şeyaa Sûdanî bike.

Di daxuyaniyeke Koşka Spî de hat diyarkirin ku Biden û Sûdanî dê der barê gelek dosyayên wek DAIŞ, çaksaziya aborî û serxwebûna saktora enerjiyê li Iraqê nîqaş bikin.

(mh)