Li kantona Firatê 50 malbat ji kooperatîfan sûdê werdigirin

Nivîsgeha Projeyên Kooperatîfan a Kantona Firatê kooperatîf ava kirin û 50 malbatên ji Girê Spî ji wan kooperatîfan sûdê wergirtin. Her wiha hewldana avakirina kooperatîfên din tê kirin.

Li kantona Firatê 50 malbat ji kooperatîfan sûdê werdigirin
Li kantona Firatê 50 malbat ji kooperatîfan sûdê werdigirin
Li kantona Firatê 50 malbat ji kooperatîfan sûdê werdigirin
4 adar, 2024   05:35
EYN ÎSA

Nivîsgeha Kooperatîfan a Kantona Firatê bi destpêka mewsima zivistanê re 3 kooperatîfên çandiniyê ji bo başkirina rewşa debarê û aboriyê ji xelkê herêmê, malbatên şehîdan ên li kampa Koçberên Girê Spî bi cih bûne re bi taybet ji koçberan re dan destpêkirin. Ew şênî piştî dagirkirina Girê Spî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve neçar man koçber bibin û terka jêderên qûta xwe bikin.

Rûbera projeyên nivîsgehê li 3 herêmên ˊHîşe, kampê-Samiriyêˊ dane destpêkirin 640 donim e; ji wan 429 donim bi genim hatiye çandin, 220 kemûn hatiye çandin. Ji wan projeyan 50 malbatên şehîdan û malbatên xwedî qûtên kêm ên li navçeya Eyn û gundewarên wê sûd werdigirin.

Nivîsgeh alîkariyan pêşkêş dike ku proje bi ser bikeve; kirêkirina zevî, tov, semad, jenator û sotemenî ji bo pêxistina jenetoran. Her lîtreyeke mazot bi hezar û lîreya Sûriyeyê dide.

Bi awayekî yekser pispor çavdêriyê li ser çandiniyê û pêdiviyên guncaw û destkedayînê dikin; ji dema avdanê, reşandin dermanan û nirxandina qonaxên gihandinê.

Têkildarî rola rêveberiya Nivîsgeha Kooperatîfan, endamê rêveber Ebdulfetah El Ereb di gera li ser projeyekê de axivî û got armanca sereke ji van projeyan malbatên koçber ên xizan di aliyê aboriyê de li gel van rewşên zehmet werin xurtkirin.

El Ereb diyar kir ku ew her tim van projeyan didin destpêkirin û pispor çavdêriyê dikin ku proje bi ser bikevin û sûd li malbatên xizan û koçber vedigerin.

El Ereb destnîşan kir ku ew niha projeyên din lêkolîn dikin; çi çandina sebzeyên havînê yan jî vekirina projeyên endustiriyê bin mîna kargeha çêkirina blokan û şûştingeh. Bi wê re hejmareke mezin ên malbatan sûd wergirin.

Rêveberiya Kooperatîfan a Kantona Girê Spî di dawiya 2022ˊyan de hat avakirin. Ew rêveberî bi armanca piştigiriyê bidin kooperatîfan û çavdêriyê lê bikin, koçber, malbatên şehîdan û beşên civakê yên xizan di aliyê aborî de xurt bikin hat avakirin.

(fr)

ANHA