Rojda Felat: Yekitiya jinan a çalakî û têkoşînê pêwîst e

Fermandara YPJ`ê Rojda Felat diyar kir xebatên wan ji bo xurtkirina YPJ`ê berdewam in û got “Divê di her alî de yekitî û têkoşîna hevpar a jinan çêbe. Îsal dê ji bo jinan gelekî serkeftî be.”

Rojda Felat: Yekitiya jinan a çalakî û têkoşînê pêwîst e
4 adar, 2024   02:36
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÎHAN BÎLGÎN

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rojda Felat bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji ANHA`yê re axivî.

Femandar Rojda Felat destnîşan kir ku ew 8`ê Adarê tenê bi rojekê re sînordar nabînin û taybetmendiya vê rojê wiha nirxand: “Em li ser nirxandina Rêbertî ya “hemû roj rojên jinan in” tev digerin. 8`ê Adarê jî gelekî bi wate ye. Ev roj roja xwedîderketina li ked, fikir, hebûna jinan û cewherê xwe ye. Di vê rojê de bi sedan jin hatin qetilkirin. Bi vê re dixwestin jinan di aliyê fizîkî, mejî û hebûn de tine bikin. Ne tenê bi vê bûyerê heman demê di dîrokê de bi sedan jinên rewşenbîr, yên ji bo civakê ked dan û xizmet kirin hene ev bûn bingehek esasî. Lê xebateke naskirina jinan an jî statû dayîna wê zêde nehatiye meşandin.”

‘TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ PERGALA HEYÎ TÊRÊ NAKE’

Rojda Felat belavbûna rêxistinên jinan ên cîhanî û bandora wê ya li ser civakê wiha nirxand: “Her dewlet an jî bajarê ku bi demokrasiyê, azadiya jinan û civakê bang dike, lê ev tenê şeklî dimîne. Têkoşîna li hemberî sîstemê tê dayîn, ne têrker e. Li beramberî wê di aliyê şerê fîzîkî û şerê taybet de zirarê herî zêde jin dibînin. Li dijî vê bi sedan rêxistinên jinan hene. Lê ev wekî artêşbûn bikarin xebateke xurt û yekpare bikin, lewaz e. Di artêşê de jin hene lê karên jirêzê dikin. Wekî ku xwedî li jinan derkevin û bi rêxistin bikin, biparêzin, lewaz in.”

‘YPJ XWEDÎ LI DÎROKÊ DERDIKEVE`

“YPJ mîrateya xwe ji şehîdan girtiye û fikrê têkoşîna jinan yê Rêbertî esas e.” Bi van gotinan Rojda Felat ji bo jinan û civakê bingeh û girîngiya YPJ`ê wiha vedibêje: “Em wek YPJ xwedî li dîroka xwe derdikevin. Dîroka me xwedî bedel e. Şehîd Berîtan ku li dijî teslîmiyetê xwe ji kendalan avet, şehîd Zîlan li dijî zilma li ser jinan û komployan çalakî kir. Bi sedan jinan ji bo azadiya cinsê xwe û gelê xwe çalakiyên mezin kirine. Ev sekn heta niha didome. Em xwe li ser bingeheke wiha xurt ava dikin. Li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êriş û zilmê bersivdayîn, heye. Herî dawî di şexsê heval Sara û Rûken de ev tişt li pêş çav bû. Ev çalakî tenê wekî çalakiyek di dilê dijmin de zêdetir li dijî sîstema AKP’ê ya li ser jinan dide meşandin, bû. Ji bo me û jinên cîhanê divê parastina van kedan xurttir be.”

‘ÎSAL JI BO JINAN DÊ GELEKÎ SERKEFTÎ BE’

Rojda Felat diyar kir ku ji bo hilweşandina hişmendiya desthilatdar divê her alî de yekbûna jinan a cîhanî çêbe û got: “Ji bo hemû jinan di aliyê leşkerî, siyasî û dîplomatîk de xebatên me yê berfirehkirina YPJ`ê hene. Ji bo zêdetir YPJ`ê di qada cîhanî de bê nasîn û mînak girtin, em kar dikin. Ji her sal zêdetir divê îsal li dijî hişmendiya desthilatdar têkoşîn xurttir bê meşandin. Wê îsal ji bo jinan gelekî serkeftî be. Îro ger li welatekî jinek zehmetiyê dikişîne, divê em wê hîs bikin, bi hev re têkoşînê bikin û rêxistina xwe xurt bikin. Divê yekbûna jinan hebe. Yekbûna fikir, çalakî û têkoşînê pêwîst e. Jin nîvê civakê ne, heger em nîvê civakê azad nekin em ê nekarin civakê jî azad bikin.”

‘YEKITIYA JINAN A ROJAVA DIVÊ LI CÎHANÊ BELAV BIBE’

Fermandara YPJ`ê Rojda Felat destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê bingeha yekitiya jinan hatiye danîn û wiha lê zêde kir: “Jinên ji hemû pêkhateyên li herêmê di nava yekitiyê de ne. Divê ev li cîhanê belav bibe. Li ser vî esasî dê îsal çalakiyên 8`ê Adarê bibin bersiveke xurt ji sîstema desthilatdar e. Ji bo wê divê 8`ê Adarê tenê wekî pîrozbahî nemîne, zêdetir ew coş û xebat li her rojê belav bibe.”    

ANHA