Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ragihand ku endamekî wê di encama kirîza dil de şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir
3 adar, 2024   21:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê hêzê Nizamdîn Silêman şehîd bûye.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: "Şehîd Nizamdîn cesûr bû û tirs nedizanî. Dudilî li cem tune bû û di oxira parastina ewelehiya gelê xwe de heta dawiyê fedakariyên mezin kirin."

Agahiyên Ii ser nasnameya şehîd wiha ne:

Nav û paşnav: Nizamdîn Silêman

Navê bav: Mihemed Elî

Navê dayîkê: Neqiye

Cih û dîroka tevlêbûnê: Tirbespiyê 3-6-2014

Cih û dîroka şehadetê: 3-3-2024

(şx)