Li hember belavbûna kurmik û nexweşiyan tedbîr têne girtin

Di nava zeviyên genim de kurmik belav bûne û cotkar li hember vê bi fikar in. Desteya Çandiniyê jî bang li cotkaran kir ku dermanan lê bireşînin û destnîşan kir ku wê gelek tedbîr girtine.

Li hember belavbûna kurmik û nexweşiyan tedbîr têne girtin
Li hember belavbûna kurmik û nexweşiyan tedbîr têne girtin
Li hember belavbûna kurmik û nexweşiyan tedbîr têne girtin
12 nîsan, 2024   05:06
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR-XALID ETÊ

Barana vê dawiyê bariye, hêviyên cotkaran zêde kirin. Lê belê belavbûna nexweşiyên mîna zeng û kurmik, cotkar bi fikar kirin.

Li gorî daneyên fermi yên Desteya Çandiniyê ya Kantona Cizîrê, di mewsima zivistanê de 3 milyon û 342 hezar û 925 donim bi baqliyat û sebzeyên havînê hatine çandin. Jê milyonek û 138 hezar û 414 bejî ne û yên mayî jî avî ne.

Ehmed Ebdulfetah El Exras, ji 36 salan ve di çandiniyê de dixebite û pê debara malbata xwe dike. Xwedî 17 donim erd e, jê 12 donim bi genim û yên din jî bi cureyên cuda yên sebzeyan çandine. 

El Exras diyar kir ku zeng û cureyeke kurmikan di nava zeviya wî de belav bûye û got: "Ez hewl didim zeviyê derman bikim, lê desteyê tu destek neda me."

El Exras bang li Desteya Çandiniyê kir ku piştgiriya cotkaran bike û wiha domand: "Pêwîstiya cotkaran bi piştgiriyê û destekê heye. Heke ev piştgirî tune be barê me giran dibe. Divê ez semad li genim bireşînim, lê ji ber ku biha ye, min nereşand."

Hevserokê Gerînendetiya Parastina Rêwikan a Kantona Cizîrê Sonar Biro der barê rewşa çandiniyê li herêmê de got: "Li gorî dema borî, gelekî baş e. Ji ber ku pileya germahiyê wê demê ji nişka ve daket."

Li gorî Biro ji ber baranê, zeng û gelek kurmik di nava zeviyan de belav bûne. Her wiha Biro diyar kir ku piştî ku hinekî hewa germ bû, belavbûna zengê zer rawestiya, ji ber ku piraniya cotkaran derman li zeviyan reşand.

Biro da zanîn ku li herêma Dêrikê rêjeya şiliyê zêde ye lewma kurmik û nexweşî herî zêde di nava zeviyên herêmê de belav bûne û bi awayekî neyînî bandor li berheman kir û wiha domand: "Zeng, heke di nava zeviyan de belav bibe û şert û merc jê re guncaw bûn, dê berhemê telef bike. Kurmik zêde belav nebûye û heta niha ew qas zirar nedaye."

Biro behsa kurmika ‘afîd’ kir ku gelek zirar li zeviyan kiriye û wiha pê de çû: "Gelek zirarên vê kurmikê hene. Bermahiya wê, dibe sedema belavbûna gelek kurmikên din."

Biro hişyarî da cotkaran ku li gel belavbûna vê kurmikê û cureyên din, divê cotkar di nava zeviyên xwe de bi awayekî asayî bigerin û tedbîrên pêwîst bigirin.

Her wiha Sozdar Biro aşkera kir ku li hember vê rewşê wan gelek tedbîr girtine, komîte û amûrên reşandina dermanan amade kirine.

(şx)

ANHA