‘Jin dikarin ji tunebûnê hebûnê çêkin’

Semîhe El Ebdo bi derfetên xwe yên basît xebitî û di demeke kin de werşeyeke xwe ya biçûk vekir ku ew û 2 jin pê re debara xwe pê dikin.

‘Jin dikarin ji tunebûnê hebûnê çêkin’
‘Jin dikarin ji tunebûnê hebûnê çêkin’
‘Jin dikarin ji tunebûnê hebûnê çêkin’
‘Jin dikarin ji tunebûnê hebûnê çêkin’
‘Jin dikarin ji tunebûnê hebûnê çêkin’
‘Jin dikarin ji tunebûnê hebûnê çêkin’
‘Jin dikarin ji tunebûnê hebûnê çêkin’
12 nîsan, 2024   06:17
HESEKÊ

Semîha El Ebdo ji gundê Um Huceyra yê navçeya Hol a bajarê Hesekê ye. Ji bo ku debara malbata xwe bike, dest bi karê dirûnê kir. 

Semîha (32) dayika 4 zarokan e, li hember şert û mercên jiyanê yên dijwar li ber xwe da û tevî derfetên kêm dest bi dirûnê kir. Qutbûna kehrebeyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî stasyonên avê, enerjiyê û binesaziya herêmê, bandor li karê wê jî kir.

Lê ruxmî van astangiyan jî, Semîhayê piştî demeke kurt, werşeyeke biçûk bi navê ‘Sema El Saxîr’ vekir.

Di werşeyê de tevî Semîhayê 2 jinên ciwan kar dikin û debara xwe dikin. Semîhayê got: "Çawa min karî armanca xwe bi dest bixin, min xwest hevalên min ên din jî bi ser bikevin. Ji ber wê, niha bi min re 2 jin kar dikin, ji bo ku xewn û xeyalên xwe bi dest bixin."

Hêviyên Semîha mezin in ku dixwaze werşeyeke mezintir veke û ji bo ku vê xewnê bîne cih dê hewldanên xwe zêde bike.

Semîhayê xwest peyamekê bide jinan ku pişta xwe nedin tu kesî, xwe bispêrin xwe, kar bikin û serxwebûna xwe bi dest bixin, ji ber ku li hember şert û mercên dijwar, kar çeka jinan e.

(şx)

ANHA