‘Em bi berxwedanê dîwarên Îmraliyê hilweşînin’

Şêniyên Kobanê diyar kir ku “ew ê bi hêza xwe dîwarên Îmraliyê bişikînin û Rêber Abdullah Ocalan bi fizîkî di nava xwe de bibînin.”

‘Em bi berxwedanê dîwarên Îmraliyê hilweşînin’
12 nîsan, 2024   02:35
KOBANÊ - SARIYA ŞÊXO

Ev bû 3 sal tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin, dewleta Tirk a dagirker tecrîdê li ser tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike.

Der barê mijarê de şêniyên ji Kobanê ji ajansa me re axivîn.

Samir Mihemed têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan diyar kir: “Ev bû 3 sal tu agahî ji Rêberê me tune ye, em dixwazin demildest agahiyekê ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin. Li ser Rêber Apo tim komplo meşandin, ew komplo ji bo tunekirina neteweya Kurd e. Ta niha jî ew komplo berdewam e.”

Samir bal kişand ser temenê Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana di zindana Îmraliyê de û wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan bi temenê 75 salî de di zindana Îmraliyê de bi tecrîdeke giran hatiye mehkûmkirin. Li hember van kiryarên tecrîdê saziyên mafên mirovan bê helwest in. Ji vê bêdengiyê jî diyar e dewletên desthilatdar ji fikir û felsefeya Rêber Apo ditirsin. Lê çi qas hewldanên wan hebin jî, rêya azadiyê fikir û felsefeya Rêber Apo ye û ew jî me di dilê xwe de çandiye.”

Îsa Hesen diyar kir ku divê êdî tevahî gel rabin ser pêyan û wiha domand: “Divê her kes tê bikoşe da ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, divê êdî tavilê tevahî gel dakevin qadan û em êdî Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin. Divê tavilê agahî ji Rêberê me bê girtin.”

Mihemed Xelîl jî bal kişand ser têkiliya CPT û dewleta Tirk û got: “CPT bi dewleta Tirk re bûye yek. Nelson Mandela 27 salan di zindanê de bû û ji zîndanê derket. Lê Rêber Apo çima heta niha derneket? Em ê bi hêza xwe dîwarên Îmraliyê bişikînin û rêberê xwe bi fîzîkî di nava xwe de bibînin.”

Mihemed di dawiyê de got: “Divê kes xwe bê deng nehêle, her tim têkoşîna xurt bike û her tim li qadan be heta ku em Rêber Apo ji zindanê derxin da ku aştî û demokrasî li tevahî dinyayê belav bibe.”