WFP: Lubnan bi krîza ewlehiya xurekê re rû bi rû ye

Bernameya Xurekê ya Cîhanê hişyarî li ser xirabûneke tund a ewlehiya xurekê li Lubnanê da.

WFP: Lubnan bi krîza ewlehiya xurekê re rû bi rû ye
10 nîsan, 2026   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) da zanîn ku Lubnan bi krîzeke ewlehiya xurekê rû bi rû ye û daxuyand ku ji ber şerê Îranê derbasbûna xurekê bo Lubnanê sekiniye.

Rêvebera WFP'ê Alison Omander de barê mijarê de got: "Tişta ku em dibînin ne tenê krîzeke koçberiyê ye, lê bi lez vediguhere krîzeke ewlehiya xurekê."

Alison Oman hişyarî da ku zêdebûna domdar a buhayên xurekê dibe sedem ku xelk nekare bikire.

Rêvebera WFP'ê destnîşan kir ku Lubnan bi krîzeke dualî re rû bi rû ye û got: "Hin bazar bi tevahî hilweşiyane, nemaze li başûr ku ji sedî 80’yî zêdetir bazar êdî kar nakin. Di heman demê de bazarên li Beyrûtê di bin zexteke giran de ne.”

Alison Oman îşaret pê kir ku gelek bazirganan gotiye depoyên wan ên madeyên bingehîn ên xurekê têra zêdetirî hefteyekê nakin.

(bb)