Li Çilaxa û Dêrikê qeydkirina welatiyên bênasname dewam dike

Li Çilaxa û Dêrikê welatiyên Sûriyeyê yên Kurd ku welatîbûna wan tune bû û nehatibûn qeydkirin, xwe li navendên sivîl qeyd kir. Zêdetirî 500 hezar kes ji welatîbûnê hatibûn mehrûmkirin.

Li Çilaxa û Dêrikê qeydkirina welatiyên bênasname dewam dike
Li Çilaxa û Dêrikê qeydkirina welatiyên bênasname dewam dike
Li Çilaxa û Dêrikê qeydkirina welatiyên bênasname dewam dike
Li Çilaxa û Dêrikê qeydkirina welatiyên bênasname dewam dike
Li Çilaxa û Dêrikê qeydkirina welatiyên bênasname dewam dike
Li Çilaxa û Dêrikê qeydkirina welatiyên bênasname dewam dike
Li Çilaxa û Dêrikê qeydkirina welatiyên bênasname dewam dike
Li Çilaxa û Dêrikê qeydkirina welatiyên bênasname dewam dike
Li Çilaxa û Dêrikê qeydkirina welatiyên bênasname dewam dike
25 nîsan, 2026   04:50
QAMIŞLO

Li navendên qeydkirina sivîl ên li Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê welatiyên Kurd xwe qeyd dikin.

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê 16`ê Çileyê biryarnameya 13’an derxist. Di biryarnameyê de hatiye gotin ku welatiyên Kurd ên nehatibûn qeydkirin, dikarin xwe qeyd bikin û bibin welatiyên Sûriyeyê. Gelê Kurd bi salan têkoşîn kir da ku nasnameya wan were naskirin.

5`ê Cotmeha sala 1962`yan ji bo parêzgeha Hesekê tenê rojek diyar kiribûn da ku welatiyên Kurd xwe qeyd bikin. Ji ber vê yekê gelek welatiyên Kurd nikarîbû xwe qeyd bikin û welatiyên Sûriyeyê nebûn. Li gorî belgeyan hejmara kesên ku xwe qeyd nekiribûn, 500 hezar kesî derbas dike.

Li gorî agahiyên nûçegihana me ji komîteya qeydkirinê wergirtine, heyanî niha 243 malbatên (515 kes) ji Çilaxa, Girkê Legê û gundên wê serî li navendên qeydkirinê daye û xwe qeyd kiriye.

Welatiya bi navê Besna Şahîn (81) a ji gundê Kêşik ê herêma Aliyan ji ajansa me re axivî û got: "Sala 1962`yan em qeyd nekiribûn. Em ji nasname û mafên me yên sivîl û civakî mehrûm kirin. Vê yekê bandor li ser jiyana zarokên me kir û ji xwendin û mafên xwe yên sereke hatin mehrûmkirin. Ji ber ku nasnameya me tune bû me gelek zehmetî kişandin. Di encama polîtîkaya Kembera Erebî de destê xwe danîn ser erdên me yên çandiniyê. Navên gundên me guhertin, niştecih anîn herêmên me û bi salan me zor û zehmetî dît.

Di encama têkoşîneke dirêj de ev gav hat avêtin. Ji bo nifşên pêş ev girîng e da ku bigêhîjin mafên xwe yên sivîl û civakî.”

Li bajarê Dêrikê li gorî belgeyên komîteyê hejmara malbatên ku xwe qeyd kiriye 205 malbat û (1260 kes) e.

Endamê komîteya qeydkirinê Temer Hacî yê ji bajarê Dêrikê got: "Em ji saet 09:00’an heyanî saet 15:00’an navendê vedikin, gelek caran jî navend heyanî saet 17:00’an vekirî ye. Xelk ji bajarê Dêrikê û gundên wê, Girkê Legê û heyanî bajarê Qamişlo yên li ser Dêrikê ne, tên xwe qeyd dikin. Hinek malbatên Kurd ên Sûriyeyê ku xwe qeyd nekirine li Başûrê Kurdistanê ne.”

Li gorî komîteya têkildar heyanî 6`ê Gulanê dê kesên neqeydkirî û mektûm pêşwazî bikin. Her wiha komîtey da zanîn ku eger pêdivî pê hebe dikarin demê dirêj bikin.

(np)

ANHA 

CELAXA

DERIK