Nexweşên sklerozê ji ber kêmasiya dermanan bê çare ne

Li Sûriyeyê nexweşên sklerozê berê derman bê pere bi dest dixistin, lê niha derman pir kêm bûne, yên heyî jî biha ne. Nexweşan banga lezgîn li aliyên têkildar kir.

Nexweşên sklerozê ji ber kêmasiya dermanan bê çare ne
25 nîsan, 2026   05:45
ŞAM

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên taybet dane ajansa me, ji bilî parêzgehên din, li Nexweşxaneya Muctehid a li Şamê tenê derdora 5 hezar nexweşên sklerozê hatine tomarkirin ku ji ber kêmbûna dermanan bê çare mane.

Skleroz, bandorê li pergala damaran, mêjî û maziyepiştê dike. Lewre pêdiviya wan bi tedawiya domdar heye da ku rewşa wan girantir nebe.

Hejmarek nexweşên vê nexweşiyê ji tirsa werin girtin navên xwe aşkera nekirin, diyar kir ku dermanên vê nexweşiyê barê wan girantir kiriye. Li gorî nexweşan, berê wan li Nexweşxaneya Ebin El Nefîs derman bê pere werdigirtin, lê niha di hefteyekê de bi 200-300 dolarî hin dermanan bi dest dixin.

Nexweşan da zanîn ku dermanên wan ên li bazarên Sûriyeyê ber bi qedandinê ve diçin û di hin rewşan de gelekî biha tên firotin.

Nexweşan destnîşan kir ku dermanê "Rituximab" ku ji bo dermankirina hin  cûreyên nexweşiyên penceşêrê û hin nexweşiyên kronîk tên bikaranîn, hema bêje qediyaye. Nexweşxaen berê ev derman bê pere bi dest dixistin, lê niha alternatîfên wê tune ne, komeleyên têkildar di dabînkirina wan de nabin destek.

Nexweşan her wiha da zanîn ku hin dermanên kevn berê li depoyan hebûn, lê ew jî hatin belavkirin û beşek ji wan demborî ne, piştî hin nexweş ji Nexweşxaneya Ibn El Nefîs veguhestin Nexweşxaneya El Muctehid rewş zehmettir bû û derfetên wergirtina dermanan zehmet bûn.

Nexweşan got wan serî li saziyên Wezareta Tenduristiyê daye û sedema kêmbûna derman pirsî û da zanîn ku wezaretê ji wan re gotiye derman tune ne û ji wan xwestiye ji derve an jî sûkên reş peyda bike.

Ev pirsgirên ne tenê li Şamê, di heman demê de li parêzgehên din jî heye. Nexweşên sklerozê yên ji parêzgehên din têne Şamê, diyar kir ku ew neçar in werin Şamê û serî li nexweşxaneyên taybet bidin ta ku derman peyda bikin, tevî ku peya nabin jî.

Nexweşan da zanîn ku berê dermanên wan hebûn, dema hin cure kêm dibûn alternatîfên wan hebûn, lê niha rewş pir zehmete bûye, derman peyda nabin û planên zelal ji bo mîsogerkirina domandina dermankirinê tune ne.

Nexweşan bang li aliyên têkildar kir ku dermanên wan an jî alternatîfan peyda bikin. Aliyên berpirsyar jî têkildarî sedema kêmbûna dermanên nexweşiya seklorêzê û tedîbrên ku divê werin girtin tu daxuyanî nedane.

(bb)