Cotkarên El Sûsê fêkiyên curbecur diçînin

Şeniyên bajare El Sûsa yê kantona Dêrazorê niha jî berê xwe dane berhemên cûreyên darê din yên ku berhemên wan hene.

Cotkarên El Sûsê fêkiyên curbecur diçînin
Cotkarên El Sûsê fêkiyên curbecur diçînin
Cotkarên El Sûsê fêkiyên curbecur diçînin
Cotkarên El Sûsê fêkiyên curbecur diçînin
Cotkarên El Sûsê fêkiyên curbecur diçînin
Cotkarên El Sûsê fêkiyên curbecur diçînin
Cotkarên El Sûsê fêkiyên curbecur diçînin
Cotkarên El Sûsê fêkiyên curbecur diçînin
Cotkarên El Sûsê fêkiyên curbecur diçînin
11 hezîran, 2024   06:17
DÊRAZOR

Cotkar Elî Selûm destnîşan kir ku bajare El Sûsa bi çandina hinaran û cûreyê baş ê hinaran navdar e.

Rûbera zeviyên darên hinaran li bajare El Sûsa 35 hezar donim e. Bi tevahî jî rûbera zeviyên çandiniyê 55 hezar donim e. Salane nêzî 50 hezar ton hinar berhem dide.

Li kêleka çandina hinaran jî, cotkaran di dema dawîn de darên xox, sêv, porteqal çandin. Ev cûreyên daran jî dikarin li hemberî guhertinên hewayê li ber xwe bidin.

Cotkaran diyar kir ku wan xwest sûd ji axa û hewaya baş wergirin, hem jî rewşa aborî bi pêş bixin û xwetêrkirinê pêk bînin.

ˊDAXWAZ Û PÊŞNIYARÎˊ

Cotkar Elî Selûm destnîşan kir ku ew xwe dispêrin jenetorên kişandina avê ji bo avdanê, bêyî ku tu alîkarî ji Komîteya Çandinî û Avdanê were pêşkêşkirin.

Selûm wiha domand: "Lêçûna veguhastina berheman ji bo sûkê bilind e. Nirxê kîloyeke fêkî (li gorî cûreyê wan) ji 5 heta 10 hezar lîreyên Sûriyeyî ye. Ev jî tê wateya ku lêçûna veguhastina berheman roleke girîng di diyarkirina buhaya berheman de dilîze."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya komîteyên xwe ji 2020'an ve salane "Mihrîcana Hinaran" li bajarokê El Sûsa li dar dixe. Bi armanca balkişandina ser hilberîna xwecih. Di mihrîcanan de cotkar tên xelatkirin.

(mh)