Meclisa Rêveber: Divê encamnameya Civîna Yekitiya Nîştimanî ya Eşîran were pêkanîn

Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga pêkanîna encamnameya civîna Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê û domandina piştgiriyê ji bo hilbijartinên şaredariyan, kir.

Meclisa Rêveber: Divê encamnameya Civîna Yekitiya Nîştimanî ya Eşîran were pêkanîn
10 hezîran, 2024   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya asayî bi beşdariya Desteya Seroketiyê û hevserokên deste, nivîsgeh û daîreyên Rêveberiya Xweser, li dar xist.

Di civînê de geşedanên siyasî û bandora wan li ser Sûriyeyê û rewşa rêxistinî ya deste, nivîsgeh û daîreyên Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin. Her wiha plansaziyên deste, nivîsgeh û daîreyan hatin nîqaşkirin.

Piştre hevseroketiya Meclisa Rêveber diyar kir ku dive deste, nivîsgeh û daîreyan hevkariyê bi pêş bixin, rewşa jiyanî baş bikin û kalîteya nan baştir bikin.

Her wiha, hevseroketiya meclisê xwest ku agahiyên pêwîst ji bo daîreya ragihandinê ya Rêveberiya Xweser werin dayîn da ku nûçeyên li ser projeyên Rêveberiya Xweser amade bikin, encamnameya 2'yemîn civîna Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê were nîqaşkirin û pêkanîn û piştgirî ji bo hilbijartinên şaredariyan were dayîn.

(mh)