’Tevgera DAIŞ’ê bi êrişên dewleta Tirk ve girêdayî ne’

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El Xelîl diyar kir ku liv û tevgerên çeteyên DAIŞ’ê û komên girêdayî saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê, bi dijwarbûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ve girêdayî ne.

’Tevgera DAIŞ’ê bi êrişên dewleta Tirk ve girêdayî ne’
11 hezîran, 2024   03:45
DÊRAZOR
ELÎ EREB

Kantonên Dêrazor û Reqayê di serî de êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê dewam dikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyonên xwe li dijî şaneyên DAIŞ’ê dewam dikin.  

3’ê Hezîranê şaneyên DAIŞ’ê bi erebeyeke bombebarkirî êrişî nuqteya QSD’ê ya li herêma Ezba yê bakurê kantona Dêrazorê kir, Di encamê de şervanekî QSD’ê birîndar bû. Di êrişeke din a xwekujî ya çeteyên DAIŞ’ê ya li heman deverê 4 şervanên QSD’ê şehîd bûn û 7 şervan birîndar bûn.

4’ê Hezîranê  jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê başûrê rojavayê Hesekê 2 çeteyên DAIŞ’ê yên hewl didan mayînan li ser rêya Hesekê-Reqayê deynin, girtin.

Der barê mijarê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El Xelîl ji ANHA’yê re axivî. Nûrî El Xelîl diyar kir ku zêdebûna tevgerên şaneyên DAIŞ’ê û komên girêdayî hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şam bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve girêdayî ne û got: "Çeteyên DAIŞ û milîsên rejîmê her timî hewl didin sûdê ji tevliheviyên ewlehî û leşkerî yên li Dêrazorê bigirin da ku xwe  jinûve xwe bi rêxistin bikin û êrişî herêmê me bikin. Tevliheviyên ku vê dawiyê milîsên ser bi rejîmê ve û kesên bi navê hêzên eşîran li xwe dikin, mînak in."

Fermandar El Xelîl êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser nuqteyên leşkerî yên li Dêrazorê û êrişên komên girêdayî hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê bi bîr xistin û diyar kir ku şaneyên DAIŞ’ê hewl didin xwe komî ser hev bikin. El Xelîl got, diyar e ku  DAIŞ’ê bi dijwarbûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re  dikarin vegerin.

El Xelîl destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derfet dide DAIŞ ku careke din vegere û têkoşîna hevbeş a QSD û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê asteng dike.

Nûrî El Xelîl anî ziman ku operasyonên wan ên li dijî DAIŞ’ê dewam dikin û bi bîr xist ku QSD’ê 4’ê Nîsanê serçeteyên xeternak  jî di nav de şaneyeke DAIŞ’ê li kantona Dêraozrê girtin.

(bb)

ANHA