Ji Komîteya Rewşên Awarte tedbîrên parastina ji lehiyê

Komîteya Rewşên Awarte ya bajarê Hesekê tedbîrên ji bo parastina şêniyan ji lehiyê girtine vegotin û destnîşan kir ku heya rewşa hewayî baş bibe dê 24 saetan di nava xebatê de be.

Ji Komîteya Rewşên Awarte tedbîrên parastina ji lehiyê
26 adar, 2026   15:04
HESEKÊ

Komîteya Rewşên Awarte ya bajarê Hesekê der barê tedbîrên rêgirtina li ber karasetên muhemel ên ji ber zêdebûna asta ava çemê Xabûrê û lehiyan de, daxuyaniyek li Çerxerêya Agirkujiyê ya bajar da.

Hevşaredarê Hesekê Macid Îsmaîl daxuyanî xwend û got: “Komîte bi hemû beşên xwe ji 16'ê Adara 2026'an ve dixebite.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo silametiya şêniyan, li taxên Merdiyan, Xêwiran rojava, Dûlab Iwêş, Neşwa û Leyliyê malbatên asê mabûn hatin tehliyekirin, 7 pompên gerok ên mezin ên kişandina avê ji malan û jêrzemînan hatin amadekirin, alavên kanalîzasyonê û pompên kişandina avê hatin amadekirin, satirên axî hatin danîn, kanalên avê hatin vekirin. Komîteyê diyar kir ku heya rewşa hewayê baş bibe dê bi şev û roj ji silametiya şêniyên ji rûdanên muhtemel ên bilindbûna asta avê di nava xebatê de be.

(bb)

ANHA