Koçberên li Kobanê daxwaza vegera li warê xwe dikin

‏Bi hatina zivistanê re bi dehan malbatên koçber ku di muzexaneya bajarê Kobanê de dimînin, bi zehmetiyên jiyanê re rû bi rû ne. 

21 cotmeh, 2026   03:20
KOBANÊ

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk û komên çekdar êrişeke leşkerî li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dan destpêkirin. Di encama van êrişên giran de bi sedan malbat ji mal û milkên xwe neçar man ku koçber bibin û piraniya wan berê xwe da herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Koçberên ku di muzexaneya bajarê Kobanê de dimînin bi rêya ajansa me daxwaza vegera li bajarên xwe kir. Daxwaza sereke ya koçberan ew e ku ewlehî û aramî vegere û dawî li koçberiyê bê anîn.

Xedîce Şêx Ehmed a ji Eyn Îsayê koçber bûye, zor û zehmetiyên ku di muzexaneyê de tîne ser ziman. Xedîceyê bal kişand ser hatina zivistanê û wiha got: “Hatina zivistanê barê me girantir kir, madeyên me yên herî bingehîn ên jiyanê mîna sotemenî, betanî û kel û pelên malan ên germkirinê peyda nabin yan jî pir kêm.”

Mistefa Bozan ji bajarê Serêkaniyê ye û rastî koçberiya gelek caran hatiye, daxwaza vegereke ewle dike û wiha dibêje: “Qaşo di 29`ê Çileya 2026'an de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz de peyman hat îmzekirin, yek ji xalên peyamê vegera koçberan bû lê heya niha hikumeta Şamê ji bo koçberan bê deng e û tu gav neavêtine.”

Mistefa Bozan ev li gotina xwe zêde kir: “Dî dîrokê de nayê qebûlkirin ku bajarek ji hundirê welatê xwe koçberî bajarekî dîtir bibe, lê dema ku mijar dibe Kurd hemî dunya bê deng dibe û çavên xwe ji me re digirin. Êdî bese ji koçberiyê re em nema dixwazin jiyana xwe bi temamî bi koçberiyê derbas bikin , tenê daxwaza me ku em bi aramî li warê xwe vegerin.”

Emîne Ebdlkerîm Ehmed ku di Çileya îsal de ji bajarê Reqayê koçberî Kobanê bûye û di muzexaneya Kobanê de dimîne, behsa rewşa malbata xwe kir û got: “Rewşa me ya malbatî pir zehmet e. Zarokên min biçûk in û pêdiviyên me yên jiyanê bi me re tune ne.”

Di muzexaneya Kobanê de 75 malbatên koçber dimînin.

(ct)

ANHA