Îsraîlê li başûrê Lubnanê da, Hizbullahê bersiv da

Artêşa Îsraîlê careke din êrişî başûrê Lubnanê kir. Hizbullahê jî bi mûşekan li baregehên artêşa Îsraîlê da.

Îsraîlê li başûrê Lubnanê da, Hizbullahê bersiv da
5 nîsan, 2026   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li başûrê Lubnanê şerê di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê de dewam dike. 

Li gorî çavkaniyên xwecih, balafirên artêşa Îsraîlê vê sibehê bajarokên Sedîqeyên, Kefera, Eyn Beal, Batûliyê û Wadî El Hicêr bi dijwarî bombebaran kirin. 3 caran jî li navçeya Keferhetê ya navçeya Seydayê xistin.

Hizbullahê jî ragihand ku wê li bajarokên Beyada, Marûn Ras, Eynata û Sedirê li kombûnên artêşa Îsraîlê daye. Hizbullahê diyar kir ku bi mûşekan li wargeha Malikiyê û baregehên wê yên leşkerî jî hatiye xistin.

(bb)