Îsraîlê êrişên xwe zêdetir kirin: 3 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê li zêdetirî 120 pergalên parastinê yên Îranê xist. Di encama êrişan de 3 kes hatin kuştin. Her wiha amadekariyan dike ku li tesîsên enerjiyê bide. Îranê jî mûşek avêtin Îsraîlê.

Îsraîlê êrişên xwe zêdetir kirin: 3 kes hatin kuştin
5 nîsan, 2026   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wê di 24 saetên dawîn de li zêdetirî 120 pergalên parastina hewayî û mûşekan ên Îranê xistiye.

Artêşê di daxuyaniyekê de ku li ser X'ê parve kiriye, daxuyand ku armanca wê ji van êrişan lawazkirina hêza parastinê ya Îranê û xurtkirina azadiya tevgera hewayî ye.

Artêşê her wiha diyar kir ku Îran di saetên berbanga îro de mûşek avêtin Îsraîlê û da zanîn ku mûşek ji aliyê pergala parastina hewayî ve tên astengkirin.

Li gorî medyaya Îsraîlê, li gelek herêman, bi taybetî li başûr ji ber astengkirina mûşekan dengê teqînan hat bihîstin.

Desthilata Îranê jî ragihand ku di êrişa li dijî parêzgeha Erdebîlê ya li bakurê rojavayê welat  de 3 kes hatine kuştin û hin kes birîndar bûn.

Medyaya Îranê destnîşan kir ku li gundên nêzî sînor deverên şêniyan hatin hedefkirin.

Li gorî medyaya amerîkî, Îsraîl amadekariyên pêkanîna êrişan li dijî tesîsên enerjiyê yên Îranê dike û li benda wergirtina destûrê ji Washingtonê ye.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump got “di êrişeke mezin de çend fermandarên leşkerî yên Îranê li Tehranê hatin kuştin.” Trump 48 saet dan Îranê da ku rêkeftinekê ji bo rawestandina şer pêk bîne û hişyarî da ku eger neke, dê Îran bibe "dojeh".

Tê gotin ku Îran heya niha jî pêşniyara agirbestê red dike û dixwaze şer bi temamî bi dawî bibe û garantî werin dayîn ku êriş careke din dubare nebin. Hewldanên dîplomatîk ên navbeynkaran ên bi armanca aramkirinê jî têk diçin.

Îmaratê ragihand ku wê mûşek û dronên Îranê asteng kirine. Li Kuweytê jî santralên ceyranê û avahiyên hikumetê jî di nav de, hin tesîsên girîng bi dronan hatin hedefkirin. Di encamê de zirarên madî tenê çêbûn.

(bb)