Îranê xistina balafirek û droneke DYA’yê ragihand

Îranê ragihand ku balafirek û droneke Hermes 900 ên DYA’yê li başûrê Îsfehanê hatine xistin.

Îranê xistina balafirek û droneke DYA’yê ragihand
5 nîsan, 2026   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Pasdaran a Îranê îro ragihand ku li başûrê Îsfahanê, balafirek û droneke Hermes 900 ên artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatine xistin.

Pasdaran daxuyand ku "Balafira dijmin a li pîlot digeriya li başûrê Îsfehanê hat rûxandin."

Televîzyona dewletê ya Îranê jî ragihandibû ku droneke Hermes 900 li qada hewayî ya Îsfahanê hatiye xistin.

Li gorî daxuyaniyê, ji destpêka şer (28 Sibat 2026) ve hejmara dronên ji aliyê Îranê ve hatine xistine, bûye 160.

(bb)