Hizbullahê baregeheke deryayî ya Îsraîlê bombebaran kir

Hizbullahê da zanîn ku wan bi mûşekan baregeheke deryayî li başûrê Îsraîlê bombebaran kiriye û ragihand ku ev êriş tolhildana êrişên hewayî ye.

Hizbullahê baregeheke deryayî ya Îsraîlê bombebaran kir
10 nîsan, 2026   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullahê îro ragihand ku wek bersiva êrişên hewayî yên Îsraîlê yên roja Çarşemê li ser Beyrûtê ku di encamê de zêdetirî 300 kes hatin kuştin, wan bi mûşekan baregeheke deryayî li bajarê Aşdodê yê li başûrê Îsraîlê bombebaran kiriye.

Di daxuyaniya li ser mijarê de Hizbullahê ragihand ku bii mûşekan baregeha deryayî ya li bendera Aşdodê hedef girtine, wek bersiva "binpêkirina peymana agirbestê ji hêla dijmin ve û êrişên wê yên dubare li ser bajarê Beyrûtê.”

Hizbullahê diyar kir “Ev bersiv dê berdewam bike heya ku êrişkariya Îsraîl-Amerîkayê ya li dijî welat û gelê me raweste.”

(k)