TEV-ÇAND: Elî Mensûr wê di wijdanê me de zindî bimîne

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê ji ber koça dawîn a hunermend Elî Mesnûr peyama sersaxiyê weşand û got, "Elî Mensûr Agirê dê di wijdanê me de zindî bimîne û hunera wî dê wekî çirayek ku rêya azadiyê ronî dike bimîne."

TEV-ÇAND: Elî Mensûr wê di wijdanê me de zindî bimîne
10 nîsan, 2026   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND a ROJAVA) ji ber koça dawîn a hunermend Elî Mesnûr peyama sersaxiyê weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hunermend Elî Mesnûr piştî kedeke dem dirêj a bi nav û deng di warê hunerî de da îro (10 Nîsan 2026) ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Elî Mensûr Agirî ku di sala 1966'an de li bajarê Amûdê ji dayik bû. Di sala 1986'an de tevlî Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê bû. Ji wê demê ve her tim ji bo hunera dilsoz kar kiriye. Deng û melodiyên xwe wekî çekekê ji bo parastina nasname û rûmeta gelê xwe bi kar anî. Elî Mensûr ne tenê hunermendek bû, lê têkoşerekî çandî û damezrînerê koma muzîkê ya Agirî bû, ku qonaxek girîng di dîroka hunera berxwedanê de nîşan da.

Hunermendê nemir Elî Mensûr di xebata xwe de ruhê berxwedana gelê Kurd nîşan da. Li ser ax, azadî û rûmetê stran got û heta nefesa xwe ya dawîn dilsozê nirxên têkoşînê ma. Koça wî ya dawîn ne tenê windahiyek hunerî ye, lê di heman demê de windakirina dengek azad e ku hêvî û êşên gelekî ku ji bo hebûn û nasnameya xwe şer dikir nîşan dide.

Em di Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya de, meqamekî hunerî yê têkoşer oxir dikin. Di heman demê de em soz didin ku em ê li ser şopa wî bimeşin û peyama hunera azad û berxwedêr, bi dilsoziya bîranîna wî û mîrata têkoşîna wî, bidomînin.

Bila sere malbat û hevrêyên hunermendê nemir Elî Mensûr û tevahî gelê me sax be. Elî Mensûr Agirê dê di wijdanê me de zindî bimîne û û hunera wî dê wekî çirayek ku rêya azadiyê ronî dike bimîne."

(bb)