Wêjevan Kolet Xûrî jiyana xwe ji dest da

Helbestvan û romannûsa sûriyeyî Kolet Xûrî di 95 saliya xwe de koça dawîn kir.

Wêjevan Kolet Xûrî jiyana xwe ji dest da
10 nîsan, 2026   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Helbestvan û romannûsa sûriyeyî Kolet Xûrî îro di 93 saliya xwe de li Şamê jiyana xwe ji dest da.

Kolet Xûrî ku neviya serowezîrê berê yê Sûriyeyê Faris Xûrî ye, yek ji pêşengehên romana nûjen a li Sûriyeyê ye û bi zimanên erebî, fransî û îngilîzî nivîsiye.

Kolet Xûrî di temenekî biçûk de dest bi nivîsandina gotaran kiribû. Nivîsa wê ya yekemîn a bi navê "20 Sal" di sala 1957'an de hat weşandin.

(bb)