Pirsgirêka mazotê li bajarê Hesekê her ku diçe mezintir dibe

Pirsgirêka mazotê li bajarê Hesekê her ku diçe mezintir dibe. Gerînendetiya Sotemeniyê ragihand ku Hikumeta Veguhêz biryar daye mazota xizmetguzariyê li ser asta parêzgeha Hesekê qut bike.

Pirsgirêka mazotê li bajarê Hesekê her ku diçe mezintir dibe
Pirsgirêka mazotê li bajarê Hesekê her ku diçe mezintir dibe
Pirsgirêka mazotê li bajarê Hesekê her ku diçe mezintir dibe
Pirsgirêka mazotê li bajarê Hesekê her ku diçe mezintir dibe
Pirsgirêka mazotê li bajarê Hesekê her ku diçe mezintir dibe
Pirsgirêka mazotê li bajarê Hesekê her ku diçe mezintir dibe
Pirsgirêka mazotê li bajarê Hesekê her ku diçe mezintir dibe
10 îlon, 2026   03:45
HESEKÊ

Şêniyên Hesekê der barê pirsgirêkên xizmetguzariyê de ji ANHA`yê re axivîn. 

Elî Hemza El Salih got pirsgirêka sotemeniyê, nan û pereyên nû nayên çareserkirin, li bazarê pereyên nû nîn in û êdî ew nema dikarin pêdiviyên xwe pêk bînin.

Elî Salih di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku piştî mazota xizmetguzariyê li ser ajokaran hatiye qutkirin, êdî kirêya erebeyan biha bûye û gihaştiye 5 hezar lîreyê Sûriyeyê.

Fetihallah jî diyar kir ku pirsgirêkên heyî nayên çareserkirin, ji aliyên têkildar daxwaz kir ku zextê li wan nekin û dem bidin wan heyanî ku pereyên nû li bazarê werin peydakirin.

Gerînendetiya Bazirganiya Navxweyî û Parastina Xerîdaran a parêzgeha Hesekê têkildarî pirsgirêkan tu daxuyanî nedane.

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Hesekê jî da zanîn ku hikumeta veguhêz biryar daye ku mazota xizmetguzariyê li ser parêzgeha Hesekê qut bike.

(np)

ANHA